Ji Partiya Sosyalîstên Ewropayî daxuyaniya Wanê: Tiliya Erdogan di nav de heye

  • cîhan
  • 16:19 3 Nîsan 2024
  • |
img
ENQERE - Partiya Sosyalîstên Ewropayî di daxuyaniya têkildarî xespa vînê ya li ji aliyê desthilata AKP’ê ve li Wanê hate kirin de wiha got: “Li pişt vê biryara hemû qanûn binpêkirinê tiliya Erdogan heye.”
 
Partiya Sosyalîstên Ewropayî (PES) ku 33 partiyên sosyalîst û sosyal demokrat ên Ewropayê di bin banê wê de ne nedayîna mazbataya Abdullah Zeydan ê weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hate hilbijartin daxuyaniyeke nivîskî da. PES’ê diyar kir ku peywîrgirtina Abdullah Zeydan şermezar dikin. 
Di daxuyaniya ku bi îmzeya Sekreterê Giştî yê PES’ê Giacomo Filibeck hate parvekirin de wiha hate gotin: “Ev li dijî gelê Wanê darbeyeke. Li pişt vê biryara Wezareta Dadê ya di deqîqeya dawî de wergirtiye û hemû qanûn binpêkirine tiliya Erdogan heye. Erdogan qûralên xwe bi xwe bin pê dike. Bi rastiyê re hevrû nabe. Gelê tirk pişta xwe da wî û roja yekşemê di sindoqê de bi awayekî girseyî piştgirî da muxalefeta demokratîk. 
 
PES’ê di berdewama daxuyaniya xwe de bang li rayedarên Tirkiyeyê kir ku ji vîna gel re rêzê bigire û got: “PES li cem hemû rayedarên muxalefetê yên hilbijartî yên her tim di bin gefa pergala Erdogan de ne cih digire.”