Darbeya hilbijartinê ya AKP’ê di çapemeniya cîhanê de ye

  • cîhan
  • 14:06 3 Nîsan 2024
  • |
img
ENQERE - Darbeya hilbijartinê ya AKP’ê ya li Wanê bi berfirehî di çapemeniya cîhanê de girt. Reutersê bi serenavê “Tirkiyeyê du rojan piştî hilbijartinê şaredarê kurd bi namzetê desthilatê re guhert” tiştên qewimîn kir nûçe. 
 
Ajansa Reutersê ku navenda wê li Ingilistanê ye, Associated Press (AP) ku navenda wê li Amerîkayê ye û Agence France-Presseyê nedayîna mazbataya Abdullah Zeydan ê weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hate hilbijartin di rojeva xwe de cih danê. 
 
REUTERS
 
Reutersê nûçe bi serenavê “Tirkiyeyê du rojan piştî hilbijartinê şaredarê kurd bi namzetê desthilatê re guhert” gihand xwînerên xwe. Di nûçeyê de cih da daxuyaniya Hevserokên Giştîyên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan a li ber YSK’ê. Di nûçeyê de her wiha daxuyaniyên partiyên mûxalîf ên têkildarî mijarê cih girtin. Di nûçeyê de her wiha daxuyaniyên partiyên mûxalefetê yên têkildarî mijarê cih girtin. 
 
ASSOCIATED PRES
 
AP’yê têkildarî darbeya hilbijartinê ya desthilatê wiha got: “Hilbijartinên herêmî yên roja yekşemê hatin kirin, piştî serkeftina par di hilbijartina serokkomariyê û parlamenteriyê de bi dest xist ji bo Erdogan û AKP’ê bû darbeyek.” Di nûçeyê de qala serkeftina CHP’ê û DEM Partiyê hate kirin û bal kişand ser protestoyên piştî biryara Abdullah Zeydan dest pê kirin. 
 
AFP 
 
AFP’ê jî wiha got: “Di hijbijartinên herêmî yên roja yekşemê hatin kirin de li Wanê ji DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi ser ji sedî 55’an deng wergirt, desthilatê bi biryara dadgehê ya deqîqeya dawî hilbijartin betal kir.” Di nûçeyê de wiha hate gotin: “Îmamoglû yê weke namzetê serokkomariyê yê pêşerojê tê dîtin û li Stenbolê jinûve hate hilbijartin, li ser hesaba xwe ya X’yê diyar kir ku ev biryar nayê qebûlkirin. Îmamoglû, bang li desthilat û komîsyona hilbijartinê kir ku ji vîna gel re rêzê bigirin. Di daxuyaniya DEM Partiyê de hate diyarkirin ku sedemê nedayîna mazbataya Abdullah Zeydan ew e ku pêşiyê li namzetên AKP’ê yê tenê ji sedî 27 hatiye hilbijartin veke.”