Li Tayvanê bi pileya 7,4’an erdhejek çêbû

  • cîhan
  • 09:28 3 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li peravên rojhilatê Tayvanê bi pileya 7,4’an erhejek çêbû û herî kêm 4 kes jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li peravên rojhilatê Tayvanê bi pileya 7,4’an erhejek çêbû. Li gorî agahiyên nûçeya BBC’yê rayadarên Tayvanî diyar kirine ku herî kêm 4 kes jiyana xwe ji dest dane û rayedar dane zanîn ku ew di bin kavilên avahiyên hilweşiyane de, kesên ku sax mane rizgar dikin. 
 
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê (DYA) destnîşan kir ku erdhej li 18 kîlometrayan başûrê bajarê Hualien’ê pêk hat. Li Hualienê hin avahî hilweşiyan, hin avahî jî wergeriyane. 
 
Ji ber erdheja çêbûye li hin herêmên çiyayî hezaz çêbû. Li Japonyaya ku dikeve aliyê bakurê Tayvanê jî hişyariya tsunamiyê hate kirin û tê payîn ku dê pelên avê nêzî 3 metreyan bilind bibin.
 
Li Flipînlerê jî hişyariya tsunamiyê hate kirin û ji welatiyan hat xwestin ku biçin herêmên bilindtir.  
 
Lê belê Naveda Hişyariya Tsunamiyê ya Deryaya Mezin 2 saet piştre ragihand ku taluke derbas bûye. 
 
Di îlona sala 1999’an de li Tayvanê bi pileya 7,6 erdhejek çêbûbû. Di erdhejê de 2 hezar û 400 kes jiyana xwe ji dest dabûn  û 5 hezar avahî jî hilweşiyabûn.