Ji hilbijartiyên Fransî banga li hemberî xespkirina Şaredariya Wanê

  • cîhan
  • 23:13 2 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hilbijartî û nûnerên partiyan ên Fransayê xespkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê şermerzar kirin û banga piştevaniya bi hevşaredaran re kir.
 
Hilbijartî û nûnerên partiyan ên Fransayê li ser medyay dîjtal bertek nîşanî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Abdûllah Zeydan dan.
 
Bertekên hilbijartî û nûnerên partiyan ên Fransayê wiha ne.
 
Serokê Giştî yê Partiya Keskan Marine Tonnelier:
 
"Dewleta Tirk, Abdullah Zeydan ê Kurd yê weke Şaredarê Wanê hat hilbijartin ji peywîrê girt. Rêza ji îradeya gel re, bingehê demokrasiyê ye.”
 
Parlamenterê Partiya Îsyanê ya Fransa û Hevserokê Koma Lêkolînên li ser Pirsgirêka Kurd Fréderic Mathieu:
 
"Erdogan, şaredarên DEM Partiyê yên li bajarên Kurdan ên ku bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin ji peywîrê girt. Ev hewla darbeyeke îdarî ye. Ev ne cara yekê ye ku Wanê dibe hedefa êrîşeke wiha. Divê em şermezar bikin. Piştgirî ji şaredarên ku hatine hilbijartin re!”
 
Senatorê Partiya Kominîst Lan Brossat:
 
"Li Tirkiyê hîleyên hikûmeteke otorîter. Abdullah Zeydan weke Hevşdaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hat hilbijartin û ji aliyê desthilatê ve bê hincet ji peywîrê hat girtin. Dem hatiye ku Erdogan û partiya wî li Tirkiyeyê rêzê ji îradeya gel re bigre.“
 
Senatora Partiya Keskan Anne Souyris:
 
“Hemû kesên ku beşdarî hilbijartinên şaredariyan bûne û bi taybetî jî bi bajarê Wanê re di nava hevgirtinê de ne. Şaredarê nû yê Wanê Abdullah Zeydan bi %55 dengên DEM Partiyê li hember namzetê AKP’ê (%27) bi ser ket, lê ji aliyê hikûmetê ve ji peywirê hat girtin. Ev redkirina demokrasiyê nayê qebûlkirin û metirsîdar e. Ez piştgiriya xwe ya tam pêşkêşî her bajarên ku li hemberî desthilatê nazmetên xwe hilbijartin û rêzdariya demokrasî û cihêrengiya siyasî dikim. Em bi Jérôme Gleizes re ji bo rêveçûna hilbijartinan bişopînin û  roja Yekşemê hatin Amedê. Em ê hişyar bin."
 
Sekreterê Netewî yê Partiya Sosyalîst Dylan Boutiflat:
 
"Li ser navê Partiya Sosyalîst em piştgiriyê didin hevalên xwe yên DEM Partiyê yên ku di hilbijartinên şaredariyan de bi ser ketin; ji aliyê dewleta Tirk ve gef li wan tê xwarin. Divê rêz li hilbijartina demokratîk a welatiyan bê girtin."
 
Berdevkê Partiya Dijkapîtalîst a Nû Olivier Besancenot:
 
“Dewleta Tirk bi darbeyeke siyasî, tevî biryara ji sindoqê dereket jî, bajarê metropolê yê Wanê xesp kir. Ji bo ku Erdogan bi derbeyan bajaran yek bi yek ji Kurdan û hevalbendên wan nestîne, hevgirtina me jiyanî ye."
 
Meclısa Hemwelatiyên Tirkiyeyî ACCORT:
 
“Erdogan hewl dide demokrasiyê û serketina gelan ji holê rake. Ji DEM Partiyê Abdullah Zeydan ku li Wanê bi %55,5 dengan nû hatiye hilbijartin, namzetê desthilatdariyê (% 27) deng wegirt. Em banga hevgirtinê dikin."
 
Senatorê Partiya Komunîst a Fransayê Pascal Savodeli:
 
“Li Tirkiyeyê Erdogan hewl dide demokrasiya gelan û serketinê wan xesp bike. Piştî ku di hilbijartinên şaredariyan de têkçûnek giran xwar, hikûmetê duh Hevaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ji peywirê girt. Divê Fransa têkeve nava tevgerê.”
 
Cîgirê Şaredarê Herêma 19’emîn a Parîsê Francois Bechieau:
 
"Piştgiriya tam ji bo demokratên DEM Partiyê! Tirkiye, di demek nûz de wê bê Erdogan be!”
 
Berpirsê Têkiliyên Navnetewî yên Partiya Komunîst Vincent Boulet:
 
“Rejîma Erdogan bi betalkirina hilbijartinan li Wan, Curnê Reş û belkî bajarên din hewl dide têkçûna xwe veşêre. Divê rêz li dengê gelan bê girtin!
 
PCF li dijî otorîterîzma hikûmeta Erdogan destek dide DEM Partiyê.”