Balafirên şer ên Rûsyayê li Sûriyeyê DAIŞ`ê bombebaran kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Rûsyayê li çolistanên Sûriyeyê stargehên çeteyên DAIŞ`ê bombebaran kirin.
 
Balafirên şer ên Rûsyayê zêdetirî 30 caran stargehên çeteyên DAIŞ`ê yên di çolistana Sûriyeyê de bombebaran kirin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê stargehên çeteyên DAIŞ`ê yên di çolistana Sûriyeyê de bombebaran kirin. Navendê destnîşan kir ku balafirên zêdetirî 30 caran cihên çeteyan DAIŞ'ê yê li çolistana Resafe ya rojavayê Reqayê, çolistana Palmîrayê, Suxneya rojhilatê Himusê, çolistana çiyayê El Bişriyê  û başûrê rojavayê Dêrazorê bombebaran kirine.
 
Tevgera çeteyên DAIŞ`ê li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de zêde bûne. SOHR`ê da zanîn ku di 48 saetan de çeteyan, di nav de 2 efser, 14 leşkerên hikumeta Şamê kuştine.