Artêşa Îsraîlê li Helebê xist

img
NAVENDA NÛÇEYAN-  Artêşa Îsraîlê bi balafirên şer êrişî bajarê Helebê yê Suriyeyê kir, endamên Hîzbûllahê jî di nav de gelek kesên jiyana xwe ji dest da.
 
Artêşa Îsraîlê, bi balafirên şer êrişî bajarê Helebê yê li bakurê Suriyeyê kir. Di daxuyaniya Wezîrê Parastinê ya Suriyeyê de hate diyarkirin ku balafirên şer ên Îsraîlê li gorî seata herêmî di 01.45’an de li bejahiya Helebê gelek herêm hedef girtine.
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di êrîşên Îsraîl û komên mîlîtanan ên li dijî Helebê de gelek hemwelatiyên sivîl û leşker hatine kuştin, lê hejmara kuştiyan nehat diyarkirin. Her wiha di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Heleb, di bin êrişa balafirên şer yên bêmirov ên rêxistinên terorê de ye.”  
 
Îsraîlê têkildarî rewşê tu daxuyanî nedan.
 
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, herî kêm 36 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hate zanîn ku di nav kesên jiyana xwe ji dest dane de endamên Hîzbûllahê jî hene.