Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îsraîlê, bi balafirên şer êrîş bi ser bajarê Refahê yê li başûrê Xezayê û gelek filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.
 
Wezareta Karê Derve ya Filistînê da zanîn ku Artêşa Îsraîlê li bajarê Refahê yê başûrê Xezayê "Bêyî ku agahiyekê bide û destûrê ji kesekê bigire" dest bi êrîşê kir.
 
Di daxuyaniya ku hate dayîn de, hate diyarkirin ku Îsraîlê duh êvarî bi balafirên şer dest bi êrîşeke tund kiriye û gelek filistîniyan jiyana xwe ji dest dane.
 
14 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Hate diyarkirin ku li herêmên cihe yên bajarê Refahê bi êrîşa balafiran re zarok û jin jî di nav de 14 filistîniyan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.
 
Wezaretê, “êrîşên hewayî yên bixwîn” û “operasyonên sîstematîk ên xerakirinê” yên Îsraîlê duh bi şev bêyî ku hişyariyên navneteweyî guhdar bike li dijî Refahê dane destpêkirin, şermezar kir. 
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Îsraîlê jiyana zêdetirî milyonekê mirovên ku xwe spartine bajarê Refahê tune hesibandiye û hişyariyên navnetewî paşguh kiriye. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku êrişên Îsraîlê û serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blînken ya li Erebistana Siûdî û Misirê di heman demê de çêbûn.