Şîrketa petrolê ya Norveçê hilberandina petrolê da sekinandin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Şîrketa petrolê ya Norveçê ku li Herêma Federa ya Kurdistanê petrol hildiberand, piştî biryara sekinandina îxrackirina petrolê ya ji bo Tirkiyeyê, xebatên xwe da sekinandin. 
 
Li Herêma Federe ya Kurdistanê yek ji şîrketên sereke ya petrolê hildiberîne, şîrketa DNO ya Norveçê ye. Piştî biryara dadgehê ya ji bo sekinandina îxrackirina petrolê ya bo Tirkiyeyê, şîrketê xebatên xwe yên li herêmê da sekinandin.  
 
Şîrketê, têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Em, qadên xwe yên petrolê yên li herêma petrolê bi awayekî plankirî digirin.” Qadên Tawke û Pêşxabûr ên ji hêla DNO’yê ve tên bikaranîn, di sala 2022’yan de rojane 107 hezar varêlên petrolê hildiberand. 
 
BIRYARA DADGEHÊ
 
Piştî ku Dadgeha Tehkîmkirinê ya Navneteweyî ya Parîsê di doza lihevnekirina Bexda û Hewlêrê ya li ser petrolê de Bexda mafdar dît, ev biryar hate dayîn. Di biryara dadgehê de peymana petrolê ya di navbera Tirkiye û Herêma Federe ya Kurdistanê de nerewa hat dîtin û li ser vê yekê petrola li ser xeta boruyê ya Kerkûk-Ceyhanê dihat şandin, hatibû sekinandin. 
 
Di heman demê de Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî biryar dabû ku Tirkiye 1,4 milyar dolaran jî weke tazmînat bide. 
 
Biryara dadgehê ji bo sewqiyata petrolê ya di navbera 2014-18’an de ye. Dê doza têkildarî dema 2018-23’yan jî bê lidarxistin. 
 
Tevî îtîraza Bexdayê jî, Hewlêrê di çarçoveya peymana bi Tirkiyeyê îmze kiribû de rojane 450 hezar varêlên petrolê ji Tirkiyeyê re dişand.