Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê êrişî paytexta Sûriyeyê Şamê kir û di encama êrişa hewayî de 2 leşkerên Sûriyeyê birîndar bûn. 
 
Îsraîlê êrişî devereke nêzî paytexta Sûriyeyê Şamê kir. Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Şamê da zanîn ku saet di 01.20’an de li devera platoya Golanê li dijî gelek noqteyên li derdora Şamê bi balafirên şer êriş hatine kirin. 
 
Hat ragihandin ku di encama êrişê de 2 leşker birîndar bûne û xesarên madî çêbûn. 
 
Wezareta Parastinê diyar kir ku gelek moşek ji hêla pergala parastina hewayî ve hatine bêbandorkirin.