Li Îranê teqîn: 5 kesan mirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Tewrêz ê Îranê teqînek çêbû û di encama teqînê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li bajarê Tewrêzê ku dikeve bakurê rojavayê Îranê, teqîneke mezin çêbû. Di encama teqînê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn. Berdevkê Midûriyeta Agirkujiyê ya Tewrêzê Ekber Deştî da zanîn ku di encama teqînê de ziyan gihiştiye 3 avahiyan û wesayîtên li nêzî cihê teqînê. 
 
Deştî, ev tişt anî ziman: “Em teqînê vêdikolin bê ka çima çêbûye. Dê encamên wê bi raya giştî re parve bikin.”