Li Îranê dengê şoreşê bilind dibe

  • cîhan
  • 13:55 6 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku guh nade gefên rejîma Îranê, bi pêşengtiya jin û ciwanan ber bi şoreşê ve diçe. Li gel ku heta niha herî kêm 304 kes hatine qetilkirin jî çalakî roj bi roj mezintir dibin. 
 
Çalakiyên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin, di roja 52’yan de berdewam dikin. Duh li gelek bajarên welêt esnafan derabeyên dikanên xwe venekirin. Di serî de li bajarên rojhilatê Kurdistanê yên weke Seqiz, Sine û Merîwanê, li gelek bajaran bi pêşengtiya jin û ciwanan çalakî hatin lidarxistin û çalakî heta derengiya şevê jî berdewam kirin. Ciwanan li ser rêyan barîkat danîn û agir vêxistin. 
 
Li bajarê Sineyê, welatiyê bi navê Muîmîn Zend Kerîmî ku ji hêla rejîmê ve hatibû qetilkirin hat bibîranîn û di merasîma bîranînê de li dijî rejîmê dirûşm hatin berzkirin. Li bajarê Merîwanê jî xwendekaran piştî xelasbûna dersan dest bi meşê kirin û dirûşm berz kirin. 
 
JINEKE DIN JÎ HAT QETILKIRIN
 
Hêzên rejîma Îranê jî li Tehranê jina ciwan a bi navê Nesrîn Qedrî ku bi eslê xwe ji Merîwanê ye, bi îşkenceyê qetil kir. Hat zanîn ku cenazeyê Qedrî ji bo definkirinê anîn Merîwanê. Di heman demê de hat ragihandin ku hêzên rejîmê hewl didin cenazeyê Qedrî birevînin. 
 
Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku hêzên rejîmê gefan li malbata Qedrî dixwin ku cenazeyê keça xwe bi bêdengî veşêrin. 
 
ÇALAKIYÊN BI PÊŞENGTIYA CIWANAN 
 
Ciwanên ku li bajarê Kureşê daketin kolanan, molotof avêtin navenda efseran a hêzên rejîmê û şewitandin. Li bajarê Kirmaşanê jî ciwanan bi agir peyva “Azadî” nivîsandin.” 
 
Li Sistan û Belucistanê ku roja înê ya bihûrî 11 kes lê hatibûn qetilkirin, dikandaran derabeyên dikanên xwe venekirin. Çalakiyên li bajarên Ahvaz, Yezid, Şîraz û Tehranê jî di seranserî rojê de bedewam kirin. Çalakî bi pêşengtiya ciwanan hatin lidarxistin û li kolanan agir hatin hilkirin. Li bajarê Gurganê jî jinan meşek li dar xist û pankarta “Jin, jiyan, azadî” vekirin. 
 
BOYKOTÊN ZANÎNGEHÊ
 
Li gelek zanîngehan xwendekaran ders boykot kirin. Rêveberiyên zanîngehan ên ku gef li xwendekaran xwarin, deriyên zanîngehê li ber hêzên rejîmê vekirin û bi vî awayî hewl didin dawî li çalakiyan bînin. Xwendekarên li Loristan, Tehran û Tebrîzê dixwînin, bang kirin ku protesto îro jî bidomin.
 
304 KES HATIN QETILKIRIN
 
Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, di encama êrişên hêzên rejîmê yên li dijî çalakiyên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 41 zarok û 24 jê jin bi giştî herî kêm 304 kes hatine qetilkirin.