Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne

  • cîhan
  • 15:09 25 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên gelê ku ji bo Jîna Mahsa Amînî daketin kolanan tevî êriş û operasyonên binçavkirinê jî di roja 9’an de berdewam dikin. 
 
Çalakiyên şermezarkirinê yên li Îranê piştî qetilkirina jina kurd Jîna Mahsa Amînî ya ji aliyê “polîsên exlakê” ve dest pê kirin, di roja 9’emîn de berdewam dike. Li gorî nûçeya Rojnewsê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî kuştina jina Kurd Jîna Emînî li bajarên Tehran Welîesir, Ekbatan, Setarxan, Sadiqiye, Aryaşehir, Saedet Abadî berdewam kirin. Dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” ku ji Sînê dest pê kir, belavî hemû bajarên din bû. 
 
Li bajarê Sine jî careke din welatî daketin qadan. Tevî gulebarana rasterast a hêzên Îranê, dirûşmeya, ‘Mirin ji bo dîktator’ berz kirin. Herwiha li bajarên Pîranşar, Mehabadê jî xwepêşandan pêk hatin.
 
OPERASYONÊN GIRTINÊ DEST PÊ KIRIN
 
Li bajarê Şîno jî ku ji şeva înê heta sibehê beşek di destê xwepêşanderan de bû, gelek yekîneyên taybet ên polîsan lê hatine bicihkirin. Xeta înternet û peywendiyan hatiye birîn. Li gorî çend çavkaniyan operasyona binçavkirin û girtina xwepêşanderan li Şîno destpê kiriye.
 
740 KES HATIN BINÇAVKIRIN
 
Herwiha li gorî ajansa nûçeyan a Îsna ya hikûmeta Îranê ku li ser zimanê Fermandarê Polîsên Giyalan parvekiriye, di nava 3 rojan de 740 kes ku ji vane 60 jinin ji ber xwepêşandanan li Giyalan hatine binçavkirin.
Herwiha li bajarên Şîraz, Rezcan, Newşehir jî xwepêşandan bi awayek berfireh pêk hatin û li dijî rêberên Komara Îslamî ya Îranê dirûşme hatin berzkirin. 
 
Hate diyarkiri ku tevî birîna înternetê û tundiya li dijî xwepêşanderan, gelek rojnameger hatine binçavkirin.
 
DESTÛR NADIN MERASÎMÊN CENAZEYAN
 
Rêxistina Mafê Mirov a Îranê ragihandîbû ku di xwepêşandanên li Îranê de herî kêm 54 kes ji aliyê hêzên rejima Îranê ve hatine qetilkirin. Cenazeyên kesên hatine kuştin jî bi şertê ku taziye nedeynin radestî malbatan tên kirin.
 
Di dîmenên li ser medyaya dîjîtal de hatine parvekirin de hate diyar kirin ku jina ciwan Hedîs Necafî ya di dema çalakiyên şermezarkirinê de bi dîmenên girêdana porê xwe bûbû rojev jî jiyana xwe ji dest daye. 
Li aliyê din jî Radyoya Îranê kuştina 35 kesan ragihand û diyarkir ev kes li 13 bajarên cûda yên Îranê hatine kuştin.