DYA’yê agirbest bi bîra Tirkiyê xist

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Balyozxaneya Amerîka ya Sûriyeyê, diyar kir ku êrişên hewayî yên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fikar in û xwest rêzê bide biryara agirbestê.

 
Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA), derbarê êrişên hewayî yên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, daxuyanî da. Balyozxaneyê, diyar kir ku êrişên hewayî bi fikaran û xwest Tirkiye rêzê bide biryara agirbestê.  
 
Balyozxaneyê, li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê êrişan de ev parvekirin kir: “DYA derbarê zêdebûna êrişên esmanî û topbaranên li bakurê Sûriyê di van mehên dawî de bûye sedema kuştin û koçberbûna mirovan de, di nava fikarek mezin de ye. Divê hemû alî rêzê bidin biryara agirbestê, nifûsa sîvîl biparêzin. Em banga xebatê dikin ku ji bo dîtina çareseriya siyasî ya pevçûnan a wekî ku di biryara Neteweyên Yekbûyî 2254’an de hatiye destnîşankirin.”