Jinên Afganî yên dibin gefa Talîbanê de ne: Em hene

  • cîhan
  • 13:10 17 Tebax 2021
  • |
img

ENQERE - Jinên ku jiyana wan li Afganîstanê dibin gefa Talîbanê de ne, ligel fikar û gumanên xwe, banga têkoşînê dikin. Jinan gotin; “Ez heme, ez jin im. Ne kevirkirin, ne darvekirin û ne jî rondik û şerm dê me bitirsîne. Em ê cîhanek baştir û cihêreng ava bikin.”

 
Talîbanê piştî 20 salan cardin rêveberiya Afganîstanê desteser kir. Jin û zarokên Afganî bi fikar in ku mafên xwe yên bi dest xistine û ewlehiya canê xwe winda bikin. Piştî 20 salan îro li Afganîstanê, hemû destkeftiyên jinan û canê jinan dibin gefên mezin de ne. Di rojên derbasbûyî de, Talîbanên ku bajarê Kandaharê deste ser kirin, gef li jinên di bankayê de dixebitîn xwarin û ew şandin malên wna.  
 
Li aliyê din, li gorî nûçeyeke di sîteya nûçeyan a The Sun cih girt de, hat diyarkirin ku Talîbanê lîsteya keçên ji 15 salî mezintir û jinebiyên dibin 45 salî re xwestiye. Di nûçeyê de, di belavoka bi navê Komîsyona Çanda Talîban hat weşandin de, ev yek hat gotin: “Divê hemû meleyên li herêmên hatine deste ser kirin, lîsteyên xwe yên keçên ji 15 salî mezîntir û jinebiyên dibin 45 salî re ku bi şervanên Talîbanê re bizewicin bidin Talîbanê.” 
 
Di hema demê de, me axaftin û daxuyaniyên jinên Afganîstanê dijî yên li ser hesabên xwe yên medya dijîtal, sazî û dezgehên çapemeniyê yên cuda da bûn berhev kirin. 
 
GHAFARÎ: WÊ MIN BIKUJIN
 
Yekemîn Seroka Şaredariyê Afganîstanê Zarîfa Ghafarî, fikara xwe ku Talîban ket Kabîlê bi van gotinan parve kir: “Ez rûniştin û li benda hatina wan disekinim. Kesekê ku ji bo min û malbata min bibe alîkar tuneye. Wê bikevin li dû mirovên mîna min û min bikujin. Ez nikarim malbata xwe terk bikim. Ji xwe ma ezê herim ku derê?”  
 
MOHBOUBA: GOTIN QEDIYA
 
Rêbera Mafên Jinên Afganî Seraj Mahbouba jî, di bernameyeke televîzyonê ya ku beşdar bû de, wiha bertek nîşan da: “Ez ji hemî serokên cîhanê û tevahiya cîhanê re dibêjim ku ji tiştên ku we di nava 20 sal e li Afganistanê kirin, şerm bikin. Hûn çima wiha li me dikin, hûn me bi kar tînin? Ma em piyonên we ne? Tenê tiştekê dizanim ku ji we hêviya me tuneye. Ez naxwazim êdî bi we re biaxivim. Êdî gotin qediya. Em bi were axivî. Me daxwazên xwe anîn ziman. Me her tişt kir, lê kesekê guh neda me. Di nava vê pêvajoyê de, zilamên desthilatdar her tişt mîna xwe kirin. Bi xwe biryar girtin û hemû derfetên me ku me bi kedek mezin bi dest xistibûn, îmha kirin. Îro li vî welatî, tiştên diqewimin, wê vî welatî 200 sal paşve bibe. Ji bo sererast kirina vê yekê, wê temenê çend nifşan tê re neke. Dilê min ji we hemûyan dixele.”
 
JIN NIKARIN BIÇIN KAR
 
Parêzer Farzana Kochaî ya ji Kabîlê beşdarî radyoya BBC’î bû jî, diyar kir ku bajarên Talîbanê xistin dibin kontrola xwe, êdî jin nikarin biçin kar û dibistanan. Kochaî, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji bo jinan rewş pir xirabe. Gelo ma wê jin hespî malên xwe bibin?Belê niha rewş wihaye. Ji bo jinên xebatkar rîsk mezine. Tirsa ku ‘dê çi li wan were?’ dijîn.
 
Mamoste û aktîvîsta mafê mirovan Pashtana Dûrranî ya ji BBC’iyê re axivî jî wiha got: “Tiştên ku Talîban derbarê mafên jinan de dibeje ne raste. Pratîk û gotin ji hev cudane. Îro ez li vê derê neçarim ku şer bikim. Ji bo ku nifşê li dû me, jiyana xwe bi şer dewam neke. Jin wê ji aliyê Talîbanê ve neyin bêdeng kirin.”  
 
‘JI BO ME BIKUJIN TÊN’
 
Hûnermend û sînemagerên jin ên li Afganîstanê dijîn jî, li ser hesabên xwe yên medya civakî bang kirin. Derhêner Sahra Karîmî, piştî ku Kabîl ket dibin kontrola Talîban de, di vîdeoyeke zîndî ya weşand de, li kolê dema dirêviye got; “Em direvin.” Karîmî, dûre di vîdeoyeke parvekir de, tirs û gumanên xwe wiha anî ziman: “Ji bo me bikujin tên.” 
 
Hat diyarkirin ku Karîmî bi 11 kesan re ji Afganîstanê hatiye derxistin.
 
XWENDEKARÊN KEÇ
 
Aktîvîsta Afganî Shabnam Nasîmî jî, wêneyekê dibîstanê parvekir û ev nirxandin kir: “Li Afganîstanê, wêneyê dibistanekê ku ji ber ewlekariyê hatiye girtine. Xwendekar cardin, di saetên serê de hatin ber dibistanê. Mamoste êdî nikarin dersan bidin, xwendekarên keç dişînin malên wan. Rewşek bêhêvîtiya bêhntengî heye.”
 
CÎHANEK CUDA
 
Komeke jinan jî, li ser medya dijîtal, îşatet bi têkoşîna jinan kirin û bi van gotinan dengê xwe ragihandin: “Ez ê ji birîna li ser çermê xwe dîsa kulîlk vekim. Ji ber ku ez heme, ez jinim. Ne kevirkirin, ne darvekirin û ne jî rondik û şerm dê me bitirsîne. Em ê cîhanek baştir û cihêreng ava bikin.”