Li DYA’yê bi pileya 7.2 erd hejiya

  • cîhan
  • 10:12 29 Tîrmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li eyaleta Alaska ya DYA’yê, bi pileya 7.2 erdhej pêk hat. Piştî erdhejê, hişyariya tsunamiyê hat kirin.
 
Navenda Lêkolîna Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), ragihand ku li eyaleta Alaska bi pileya 7.2 erdhej pêk hatiye. USGS, da xuya kirin ku li eyaleta Alaska di kûrahiya 35 kîlometreyan de bi pileya 7.2 erd hejiya.
 
Pergala Hişyariya Tsunamî ya DYA’yê jî, diyar kir ku pileya erdhejê 8.2 ye.
 
Li gel ku USGS’ê pileya erdhejê weke 7.2 aşkere kir jî, saziyên pileya erdhejê weke 8.2 dan, hişyariya tsunamiyê kirin.