Amerîka mîsyona xwe ya şer a li Iraqê bi dawî dike

  • cîhan
  • 16:42 26 Tîrmeh 2021
  • |
img
ENQERE - Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Iraqê Mûstafa el-Kazimî, wê mîsyona şer a Artêja Amerîkayê li Iraqê bi dawî bikin. 
 
Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Iraqê Mûstafa el-Kazimî, wê peymana ku derbarê bidawîkirîna mîsyona şer a Artêja Amerîkayê ya heta dawiya salê ya li Iraqê kirine ji raya giştî re ragihînin. Li gorî nûçeya abcnewsê ku spartiya rayedarekî payebilind ê Amerîkayê, roja duşemê piştî nîvro di hevdîtina hevpar de ku li Qesra Spî  bê kirin Biden û Kazim daxuyaniya hevpar bidin. Rayedar, ragihandiye ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê "di testa şer de hatine derbaskirin" û dane qebûlkirina ku dikarin welatê xwe biparêzin. Her wiha rayedar, da zanîn ku rêveberiya Biden, diyar kiriye ku hê j3i DAIŞ gefeke girîng e.