3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bû navnîşana hevdîtinê

img
AMED - Endamê Komîteya Amedekar a 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê Rojhilat Aksoy, bal kişand ser beşdariya xurt û got: “Ev yek ji bo lidarxistina mihrîcaneke din, motîvasyoneke xurt da me.”
 
3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî, bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi organîzatoriya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebîrê di 7'ê Kanûnê de bi dirûşma “Dinya bi çîrokan tê ba hev” dest pê kiribû û di 14'ê Kanûnê de bi dawî bû. Di çarçoveya mihrîcanê de, di warên proje, belgefîlm û sînemayê de bi giştî 14 xelat hatin dayîn.
 
‘EM JI XWEDÎDERKETINA MIHRÎCANÊ KÊFXWEŞ IN’
 
Endamê Komîteya Amedekar Rojhilat Aksoy, mihrîcana ku 8 sal in ji ber rêveberiya qeyûman nehatibû lidarxistin û bi eleqeyeke xurt bi dawî bû nirxand. Rojhilat Aksoy anî ziman ku eleqeya xurt a li mihrîcanê wan jî heyirî hiştiye. Aksoy diyar kir ku ji ber dagirkirina şaredariyan a bi destê qeyûman, mihrîcan nehatine lidarxistin û ev tişt got: “Belkî hin mihrîcan û nîşandanên cuda hatibin lidarxistin, lê lidarxistina mihrîcana ku gelê me dixwaze, nîşandana fîlmên bi zimanê wan û çîrokên wan vedibêjin, bi eleqeyeke xurttir hate pêşwazîkirin. Em ji vê xwedîderketinê kêfxweş in. Ev yek jî ji bo lidarxistina festîveleke din, motîvasyoneke xurt da me.”
 
‘DI 8 SALAN DE TEMAŞEVANÊN AMEDÊ GUHERÎN’
 
Rojhilat Aksoy bal kişand ser beşdariya xurt ya ji bo 84 fîlmên herêmî û biyanî, gelek derhêner û temaşevanên li mihrîcanê. Aksoy anî ziman ku aliyê kêm ê mihrîcanê ew e ku gotûbêjên piştî fîlman xurt derbas nebûne û diyar kir ku wan dîtiye ku piştî 8 salan temaşevanên berê yên Amedê guherîne û wiha pê de çû: “Berê, ji bo sînemageran kelecaneke xurt bû ku bi temaşevanên Amedê re li hev bicivin. Ew gotûbêj, nirxandin û şîroveyên li ser fîlman gelekî bi bandor û şaşwaz bûn. Bê guman îsal jî hinekî baş bû, lê li gorî berê guhertineke di temaşevan de heye. Sedema vê yekê 8 sal in mihrîcan nehatiye lidarxistin. Normal e ku her mihrîcan xwe ji bo sala pêş amade dike, lê li Kurdistanê ev rewş hinekî zehmet e. Ev xebat a sêyemîn bû, girseye û temaşevan guheriye. Ev 8 sal in temaşevanan sînemaya Kurdî neşopandiye, ev yek bandorê li şîroveyên temaşevanan jî kiriye. Divê ev ji nû ve bê avakirin. Pêwîst e her mihrîcan xwe ji bo sala din amade bike da ku temaşevan karibin fîlm û mihrîcanan bişopînin. Nirxandinên temaşevanan bi civîna bi derhêner û fîlman re pêş dikevin. Ji ber ku ev qutbûneke cidî bû, ev gotûbêj zêde xurt derbas nebûn.”
 
TEMAYA HATINA BA HEV
 
Aksoy anî ziman ku tema ya 84 fîlmên ku di çarçoveya mihrîcanê de hatine nîşandan, “hatina ba hev” e ku di dirûşma mihrîcanê de jî cih digire. Rojhilat Aksoy diyar kir ku ev tema, ji ber Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, bûye dirûşma gelek çalakiyan jî. Aksoy destnîşan kir ku ji fîlmên hatine nîşandan, bi taybetî fîlmên derhênerên jin derketine pêş û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Demekê em ji bo nişanda fîlmên jinan bi awayekî pozîtîf nêz dibûn, lê em dibînin ku li Amedê du mihrîcan hatin lidarxistin û di van mihrîcanan de xuya bû ku jinan xwe bêtir pêş xistine û vê yekê bala me kişand. Em, ji vê rewşê kêfxweş in.”
 
‘MIHRÎCANÊ ZILMA LI SER GELÊ KURD VEGOT’
 
Rojhilat Aksoy der barê mijara fîlmên hatine nîşandan de got: “Bi giştî mihrîcan a sînemagerên ku zehmetî û zilmên gelê Kurd di nava 8 salan de jiyaye, kişandine û hewl dane wan li ser perdeyê nîşan bidin, bû.”
 
‘DI MIHRÎCANÊ DE RUHEKÎ KOMUNAL DERKET HOLÊ’
 
Aksoy bal kişand ser ruhê komunal ê di mihrîcanê de û got: “Bi hev re pêkanîna van xebatan girîng e. Xebata me ya komunal hem bi rêxistinên civakî yên li vir hem jî bi saziyên me yên çandê re pêk hat. Ev 8 sal in em bi vî awayî dixebitin û ji bo xebata bi vî rengî û xwedîderketinê, ruhê mihrîcanê derxist holê. Di vî warî de hevalên me yên li Şanoya Bajarê Amedê, Ma Muzîk û KASED’ê bi qasî me xebitîn. Dibe ku kêmasî hebin, lê vê mihrîcanê ruhê komunal û piştevaniyê derxist holê.”
 
Rojhilat Aksoy diyar kir ku wê ji niha û pê ve jî xebatên wan berdewam bikin û wiha axivî: “Hem Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û hem jî koma Sînemayê ya Sinebîr a di nava şaredariyê de dê di nava salê de hem pêşandanên fîlman lidar bixin û hem jî xebatên me yên Akademiya Sînemayê hebin. Em amadekariya van dikin. Xebatên me yên ku dikarin perwerdehiyê bidin gelê herêmî yê ku dikare sînemaya xwe hilberîne û wan teşwîqî çêkirina sînemayê bi zimanê dayikê bike, didomin. Ji aliyê din ve em di nava hewldanên berdewamkirina van xebatên mihrîcanê de ne. Ji sînemayê bigire heta pêşandanên fîlman di nava şaredariyê de, em di nava amadekariyan de ne.”
 
‘MIHRÎCAN DIYARIYÊ AŞTIYÊ HAT KIRIN’
 
Rojhilat Aksoy der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku mihrîcan diyariyê wê hatibû kirin de axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mihrîcan di destpêkê de diyariyê Pêvajoya Aştiyê hat kirin. Mihrîcan dikare piştgiriyê bide pêvajoya bîr û aştiyê. Bê guman hêviya me ya ji bo pêvajoya aştiyê ew e ku di vê pêvajoya ku rêzdar Abdullah Ocalan birêve dibe de, bêtir gav bên avêtin û aştiyeke mayînde bê pêkanîn. Em dixwazin bi civaka demokratîk re mihrîcanên baştir û xurttir bên lidarxistin û hevdîtinên azad pêk bên. Ev bi pirgirêka Kurd re têkildar e. Dema ev pêvajo dixitime, xebatên me jî dixitimin û berdewamkirina xebatên me jî zehmet dibe. Bi vê wesîleyê em dixwazin careke din girîngiya saziyên civakî û demokratîk destnîşan bikin.”
 
MA / Fethî Balaman - Mûjdat Can