Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye

img
AMED – Di roja 7’emîn ya Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstikên bi navê “Ceyran”, “Strîp-Tease” û “Kalabalik Dûasi” hat nîşandan.
 
9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 7’emîn de li Eywana Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstikên “Ceryan”, “Strîp-Tease” û li Eywana ÇandAmedê jî bi lîstika“Kalabalix Dûasi”  domiya. Lîstikên di çarçoveya mîhrîcana ku bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê tê lidarxistin, hatin nîşandan, rastiyê eleqeyeke mezin hatin û eywan tije bûn. Şanoger, muzîkjen, rojnameger, endamên saziyên sivîl û gelek welatî hatin lîstikan temaşe bikin.
 
Ewilî di saet 15.00’an de li Eywana Şanoya Bajêr a Amedê lîstika koma şanoyê Teatroger ya bi navê “Ceyran” hat nîşandan. Lîstik, ji hêla nivîskarên navûdeng Dario Fo û France Rome ve hatiye nivîsîn û werger û derhêneriya lîstikê jî Serhat Maniş kiriye. Bariş Gorecek û Bedriye Akici di lîstikê de dilîzin.
 
MIJARA ‘CEYRAN’Ê
 
Ji bo îxanetên merê xwe, Antonia êdî naxwaze bijî û çend caran dike ku xwe bikuje. Mêrê wê yê fenek dike ku Antonia bi peymana ‘’malbata vekirî’’ bixapîne ji ber ku li gor fikra wî Antonia tu car nikare ixanetê li wî bike. Dema ku tişta nebûyî diqewime rol jî tên guhertin.
 
Şanoger Ozcan Ateş ji bo keda wan plaket da koma şanoyê.
 
STRÎP-TEASE
 
Di saet 18.00’an de jî lîstika Strîp-Teaseyê li heman cih derket ser dikê. Di lîstika Strip Teaseyê de ku derhêneriya wê ji hêla şanoger Elvan Koçer û Sena Ozbey ve hatiye kirin, nakokiyên karakteran yên bi xwe re, bi hev û din re, rewşa ku tê de ne û hêmana zextê dide der. Rê û rêbazên karakteran ku dixwazin di cihê têde ne derkevin, hewl û tevgerên wan yên ji hev cuda nagihijin tu encaman. Ev lîstik ji hêlekê ve behsa mirov di vê pergalê de çawa wekî hevûdu dibin, mirovên ku xizmeta çerxên pergalê dikin, çawa dibin qûrbaniyên heman pergalê dike. Ji hêlekê ve jî lîstik behsa çavbirçîtiya desthilatê dike û di heman demê de jî mirovan hem dikenîne û hem jî difikire.
 
Di dawiya lîstikê de Alîşan Onlu plaket da derhêner û lîstikvanan.
 
KALABALIK DÛASI
 
Herî dawî lîstika yekkesî ya Fîzîksel Tiyatro Araştirmalariyê “Kalabalik Dûasi” ku ji hêla Volkan Çıkıntıoglû ve hatiye nivîsîn, li ÇandAmedê hat derket ser dikê. Derhêneriya lîstkê Guray Dînçol kiriye û ji hêla şanoger Tolga Îskît ve tê lîstin. Lîstik bi zimanê tikrî ye û nêzî 70 deqeyan didome. Di vê çîrokê de ku li ser rewşa niha û kevneşopî, aqilane û mîstîk, dînbûn û aqilmendiya li ser fona Stenbolê vedibêje, vebêjer, enerjiya lîstik, coş û rastiya şanoyê lêkolîn dike
 
Di dawiya lîstikê de Serokê Daîreya Çandê Çaglar Sanay plaket da Tolga Îskît.
 
BERNAMEYA SIBÊ
 
Dê sibê li Eywana ÇandAmedê di saet 15’an de lîstika Fîzîksel Tiyatro Araştirmalariyê “Kalabalik Dûasi” û di saet 20’an de jî lîstika Tiyatro Proje No2’yê “Bernarda” derbikeve ser dikê.