Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye

img

AMED – Di roja 6’emîn ya Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstikên “Çînûr” û “Zîd û Han” hatin pêşandan.

 
Di roja 6’emîn a Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ku pêşengiya wê Şanoya Bajêr a Amedê dike, di saet 16’an de lîstika Teatra Ba’yê “Çînûr” û di saet 18’an de jî lîstika Dûbare Kûmpanyayê “Zîd û Han” ü “Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din” hatin pêşandan. Eywana Şanoya Bajêr a Amedê bi temaşevanan tije bû û her du lîstik jî rastiyê eleqeyeke mezin hatin. 
 
ÇÎNÛR 
 
Çîroka “Çînûr” ku bi yek kesî tê lîstin, bûyereke rast e û ji hêla şanogerê kurd Ghotbedîn Sadeghî  ve hatiye nivîsîn. Di lîstikê de şanoger Nazmî Karaman dilîze û derhêneriya lîstikê jî Şîlan Alagoz kiriye. Cîgira derhêner Nûrşen Adiguzel, werger Cûmhûr Olmez, Muzîk Ramîn Rabbi-î, cilûberg Beyan Bahmanî û teknîka lîstikê jî Ferhat Pekdogdû dike. 
 
Mijara lîstikê jî wiha ye: “Di maweya vê derbeya leşkerî ya sala 1953'yan de jineke aktivist û muxalif jî tê binçavkirin û  cezayê îdamê li wê dibirin. Mêrê wê yê listikvanê şanoyê hewl dide ku bi wê bide  bawerkirin ku ew merasîma darvekirinê  listikeke temsîlî ye ji bo xilaskirina wê. Bi salan  paşê mêrê wê jinê ji sirgunê vedigere û dikeve pey ‘wê gora winda ya xeyalî’.”
 
Di dawiya lîstikê de nivîskarê lîstikê şanoger Ghotbedîn Sadeghî, plaket da Karaman û Alagoz û serkeftin ji lîstikvanan re xwest.
 
ZÎD Û HAN
 
Di saet 18’an de lîstika Dûbare Kûmpanyayê ku ji Stenbolê tevli mîhrîcanê bûne, “Zîd û Han” hat lîstin. Şanoger Erhan Mîr û Zîdan Akgul di lîstikê de dilîzin. Lîstik ji hêla Bawer Karahanci ve hatiye nivîsîn û derhêneriya lîstikê jî dîsa Karahanci dike. 
 
MIJARA ZÎD Û HAN
 
Zîd û Han du hevalên dijber ên piştî mirinê dîsa vegeriyane jiyanê û bibûn mehkûmê çerxekî bûn. Gava hatin ba hev û li ser huner, serwerî, eşq û mirinê xeber didan (diaxiviyan) tecrûbeya wan ya jiyana wan a ewil (berê) tê bîra wan.
 
Di dawiya lîstikê de şanoger Hîlmî Demirel plaket da lîstikvanan. 
 
MIRINA JEANNE d'ARCÊ YA DÎN
 
Lîstika Şanoya Bajêr a Amedê ya bi navê “Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din” ku ji hêla nivîskarê şanoyê Stefan Tsanev hate nivîsandin û Dîlawer Zaraq jî wergera wê kiriye jî li ser dika ÇandAmedê derket pêşberî şanohezan. Eywana ku şano lê hate lîstin tejî bû û gelek kes jî li ser derenceyan rûniştin. Lîstika ku derhêneriya wê Berfîn Emektarê kir, lîstikvan Nûrşen Adiguzel, Yavûz Akkûzû û Ozcan Ateş jî leyîstin.
 
MIJARA LÎSTIKÊ
 
Lîstik ser bandora bîrdoziya serdestan a bi ol û netewperestiyê mirovan dorpêç dike disekine û bal dikêşîne ser geşedanên di roja me de tên jiyîn. Listik li ser lewaziyên mirovan bi awayekî kenokî disekine. Temaşevanên ku eywana şanoyê tije kiribûn, listika hatiye listin pir ecibandin û di dawiya listikê de rabûn ser piyan û li çepikan xistin.
 
Serokê Daîreya Çand û Rewşenbiriya Silêmaniyê Muhsîn Abit ji bo keda Şanoya Bajêr a Amedê xelatek da şanogeran.
 
BERNAMEYA SIBÊ
 
Dê di mîhrîcana ku heta 27’ê mehê bidome de , sibê di saet 12’an de gotûbêja şanoger Ghotbedîn Sadeghî ya bi navê “Kokên Mîtolojîk, Aliyên Senbolîk û Civakî yên Govendên Kurdan Ji Hêla Form û Naverokê ve” li ÇandAmedê bê pêşandan. Di berdewamiya rojê de li Eywana Şanoya Bajêr a Amedê di saet 15.00’an de lîstika Teatroger “Ceyran” û di saet 18’an de lîstika Şanoya Bajêr a Amedê ya bi zaraveya kirmançkî “Strip-Tease” bê lîstin. Herî dawî jî di saet 20.00’an de li Eywana ÇandAmedê lîstika Fîzîksel Tiyatro Araştirmalariyê ya bi navê “Kalabalik Dûasi (Duaya Qerebalixê)” derkeve pêşberî şanohezan.