Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye

img
AMED – Şanoger Rûgeş Kirici di gotûbêja di çarçoveya 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de pêk hat de, diyar kir ku bi mezinbûna tekoşîna kurdan, şanoya kurdî jî xurt bûye.
 
9'emîn Mihricana Şanoyê ya Amedê, di roja 5'emîn de berdewam dike. Di çarçoveya mîhrîcana ku bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê tê lidarxistin, li ÇAND ma'yê gotûbêja "Şanoya Kurdî ya Bakurê" pêk hat. Di gotûbêjê de şanoger Rûgeş Kirici û derhêner-dramator Recep Îçen weke axiver cih girtin. Gelek şanoger, lîstikvan û kes tev li gotûbêjê bûn. Ewilî şanoger Rûgeş Kirici axivî û behsa bilindbûna şanoya kurdî ya li bakurê Kurdîstanê kir. Kirici, diyar kir ku bilindbûna şanoya kurdî  ya li Bakur, girêdayî tekoşîna azadiya kurdan e û piştî mezinbûna tekoşîna kurdan, şanoya kurdî jî xurt bûye.
 
Dû re derhêner-dramator Recep Îçen seruvena şanoya kurdî ya li Bakur vegot. Îçen, bal kişand ser qedexe û zextên li ser şanoya Bakur û diyar kir ku şanoya Bakur bi avabûba Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) geştir bû.
 
Piştre beşdaran pirs pirsîn û axiveran jî bersivandin. Li ser navê kordînatoriya mîhrîcanê Îbrahîm Feqî plaket da axiveran.