Li Amedê mihrîcan didome

img
AMED - Listîka bi navê “Odip” û “Kabîl ka Habîl” ên di 9’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê de hatine lîstin rastî eleqeyekî mezin hatin. 
 
9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê ya di pêşengtiya Şanoya Bajar a Amedê de bi diruşma “Bi hebûna xwe, bi xwebûna xwe” tê lidarxistin di roja 4’emîn de didome. Lîstikên “Odip” û “Kabîl ka Habîl” li ser dika Çand Amedê hatin lîstin. Gelek hunermend, rojnameger, nivîskar û kes lîstik temaşe kirin. 
 
Di dawiya lîstikê de derhêner Perwîz Ehmedî bi ser navê koma xwe ya şanoyê ji destê Adil Hesen plaketê girt. 
 
BERNAMEYA SIBÊ 
 
Di çarçoveya bernameya sibê de seet di 12.00’an de li Çand Mayê dê gotûbêja “Şanoya Kurdî ya Bakur” were lidarxistin. Piştre dê saet di 15.00’an de lîstika “Odip” û herî dawî jî di saet 20.00’an de dê lîstîka “Kral û Travîs” li ser dîka Çand Amedê were lîstin.