Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin

img

AMED - Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Omer Şahîn anî ziman ku wan bi xebatên xwe qedexeyên li ser şanoya kurdî bêwate kirine û got ku şano qada berxwedanê ye.

9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ku di 18'ê Nîsanê de bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê bi dirûşmeya "Bi hebûna xwe, bi xwebûna xwe" dest pê kir, wê heta 27'ê Nîsanê bidome. Şanogerên kurd ên ji gelek deverên Kurdistanê hatin mihrîcanê, lîstikên xwe pêşkêş dikin. Di mîhrîcanê de 5 şanoyên tirkî û 14 şanoyên kurdî hene. 
 
 
Ji lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê Omer Şahîn zextên li ser şanoya kurdî û girîngiya mîhrîcanê nirxand.
 
Şahîn anî ziman ku ew ji ber lidarxistina mîhrîcanê gelekî kêfxweş in. Şahîn bilêv kir ku naveroka lîstikên ku wê bên pêşkêşkirin dewlemend e û got: “Hem ji Başûr, hem ji Bakur û hem jî ji Rojhilatê Kurdistanê lîstik hene. Lê mixabin hevalên me yên Rojavayê ji ber sedemên siyasî nikaribûn beşdarî vê mîrhîcanê bibin. Ji Stenbolê jî lîstikên tirkî hene. Hêvîdar im ev 10 roj pir baş deras bibin."
 
'EM BI ZIMANEKÎ QEDEXE ŞANOYAN PÊŞKÊŞŞ DIKIN'
 
Şahîn diyar kir ku armanca mihrîcana ku wan li dar xistiye ew e ku lîstikvanên şanoyê yên li çar parçeyên Kurdistanê bînin cem hev û lîstikên wan pêşkêş bikin, bi rêya şanoyê çîrokên xwe ji hev re vebêjin û êşên xwe ji hev re bînin ziman. Şahîn destnîşan kir ku ji ber vê mîhrîcan pir girîng e. Şahîn anî ziman ku lihevkombûna şanogeran ji bo şanoya kurdî gelekî girîng e û got: “Pirsgirêka me hemûyan bi otorîterbûna rayedaran re heye. Em hemû bi zimanekî ku tê xwestin bê tepisandin û qedexekirin şanoyê pêşkêş dikin. Di pêvajoyeke wiha de hatina cem hev a şanogerên şanoya kurd, gelekî girîng e. Em bersiva pirsa 'li vê cîhanê kurd hene yan na?' didin. Li cîhanê kurd hene, şanogerên kurd jî hene."
 
Şahîn bi bîr xist ku li Tirkiyeyê gelek lîstikên kurdî tên qedexekirin û astengkirin û wiha got: “Ji ber vê yekê dema ku lîstikek me tê qedexekirin, em dibêjin ‘ev ziman û şano êdî qedexe ye û ka em karekî din bikin.' Em li hemberî van li ber xwe didin û xebatên nû dikin û em van qedexeyan pûç dikin. Di demên dawî de jî, gelek lîstikên me hatin qedexekirin. Ev qedexe ji aliyê dadgehan ve bêwate hatin dîtin û rexneyên li ser lîstikên me hatin rakirin. Lê ev nayê wê wateyê ku êdî wê lîstikên me neyên qedexekirin an jî em ê lîstikên xwe bi rihetî bilîzin. Em vê yekê baş dizanin. Çawa ku lîstikên me qedexe kirin û piştre gotin 'hûn azad in', di rojên pêş de jî dema ku atmosfer biguhere, wê qedexe dîsa dest pê bikin. Em ê li dijî van qedexeyan bisekinin û xebatên xwe yên şanoyê bidomînin."
 
'ŞANO BERXWEDAN E'
 
Şahîn destnîşan kir ku şanoya kurdî di rojên pir zehmet re derbas bûye û wan xebateke zehmet kiriye û wiha got: “Piraniya mirovan şanoyê wekî qada pêkenok an jî komediyê dizanin. Lê a rast şano, di heman demê de ji bo me berxwedan e. Em bi lîstikên xwe hem pirsgirêkên heyî nîşanî raya giştî didin û hem jî ji bo têkoşîna li dijî rayedaran derd û kulên gel tînin ziman. Ji ber vê, em vê yekê pir girîng dibînin."
 
Şahîn bang li hemû amediyan kir ku xwedî li şanoya kurdî derkevin. 
 
MA/ Rûkiye Adiguzel