Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’

img
ÎZMÎR - Di Fûara Pirtûkan a Îzmîrê de polîsan bi hinceta “qedexe û talûke ne” dest danîn ser pirtûkên “Kurdistan 1915-1920”, "Cangoriyê Kurdistanê Hîlmî Yildirim ê Mûşî” û “Hikûmeta Kurdistanê”. 
 
Di Fûara Pirtûkan a Îzmîrê de polîsan dest danîn ser pirtûkên peyva “Kurdistanê” tê de heye. Polîsên ku bi ser standa Pirtûka Kurdî de girtin, bi hinceta “qedexe û talûke ne” dest danîn ser pirtûkên “Kurdistan 1915-1920”, "Cangoriyê Kurdistanê Hîlmî Yildirim ê Mûşî” û “Hikûmeta Kurdistanê”.  Di heman demê de ji xebatkarên standê Mehmet Sebîh Yoldaş jî hate binçavkirin. 
 
Koordînatorê Pirtûka Kurdî Bawer Berşev bertek nîşanî serdegirtina polîsan da û da zanîn ku di tevahiya rojê de rastî tacîza polîsan hatine. Berşev, got ku ber bi danê êvarê ve komeke polîsan hatine standê û yek bi yek tevahiya pirtûkan lêkolîn kirine. Berşev, diyar kir ku polîsan dest danîn ser pirtûkên peyva “Kurdistanê” tê de derbas dibibin. Bi domdarî Berşev anî ziman ku polîs bi serdegirtinê re hewl didin pêşî li ber firotina pirtûkan bigirin û wiha bi dawî kir: “Em bêtehemûliya li hemberî peyva Kurdistanê qebûl nakin. Em vê rewşê şermezar dikin.”