Pola Kîtap ji bo pirtûka Sîdar gotûbêj li dar xist

img
AMED - Nivîskar Îlhamî Sîdar ji bo pirtûka xwe nû ya “Bîzî Tuketen Ateş”, li Pola Kîtapê gotûbêj li dar xist. Sîdar got pirtûka wî nû qala şerê li Sûrê dike û beşek pirtûkê ji ber sansurê nehatiye weşandin.
 
Pola Kitapê ango Weşanxaneya Lîsê roja îmze û gotûbêjê ya romana Îlhamî Sîdar li avahiya xwe ya li semta Ofîsa Amedê bi beşdarbûna gelek kesan li dar xist. Roman ji aliyê weşanxaneya Îthakî hatiye çapkirin. Pirtûka Sîdar behsa şerê di sala 2015-2016'an de li navçeya Sûrê ya Amedê qewimiye dike. 
 
 Nivîskar Lal Laleş moderatoriya gotûbêjê kir. Bi pirsên moderator Lal Laleş, Îlhamî Sîdar dest bi gotûbêjê kir û qala romana xwe ya nû “Bîzî Tuketen Ateş”  ya bi zimanê tirkî nivîsandiye kir. 
 
Sîdar di romana xwe de behsa şerê 2016’an ê li navçeya Sûra Amedê qewimîbû dike û da zanîn ku “Pirtûk hûnandin e, lê gelek bûyerên di pirtûkê de derbas dibin ango beşên wê ez bi xwe bûm şahid. Her wiha me beşek pirtûkê jî, ji ber sansurê neweşand.”
 
Sîdar di dawiya gotûbêjê de ji bo xwîneran pirtûka xwe ya nû û yên berê îmze kir. 
 
ÎLHAMÎ SÎDAR KÎ YE?
 
Îlhamî Sîdar di 23'ê kanûna 1965'an de li navçeya Misircê ya Sêrtê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Enqereyê Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê beşa Ziman û Edebiyata Tirkî qedandiye. Ji ber nêzîkbûna xwe ya bi helbestvanên navdar re dersên rêziman û xwendin û nivîsandina Farisî girtiye. Helbesta wî ya yekem di sala 1978an de di quncika helbestan a rojnameyeke bulvarê de hatiye weşandin. Heta niha 12 pirtûkên wî yên kurdî-tirkî û helbest, roman hatine weşandin.