Lîstika ‘Nîsko’ derket pêşberî temaşevanan

img
STENBOL - Lîstika “Nîsko” ya Navenda Çand û Hunerê ya Sî li Esenyûrdê derket pêşberî teşamevanan. 
 
Navenda Çand û Hunerê ya Sî (GKSM) a di 2009’an de li navçeya Esenyûrda Stenbolê ji aliyê komek hunermend ve hat avakirin û bi piştevaniya welatiyan berfireh dibe, xebatên xwe berdewam dike. Lîstika “Nîsko” ya bi kurmancî ku şanoger û rêvebera GKSM’ê Rewşan Apaydin derheneriya lîstikê dike, li Esenyûrdê derket pêşberî temaşevanan. Lîstik li ser dika Navenda Çandê ya Erol Olçok a Esenyûrdê belaş derket ser dikê û hat temaşekirin. Gelek welatî li lîstikê temaşe kirin. Lîstik ji bo zarokan hatiye amadekirin. 
 
Lîstik nêzî 40 deqîqeyî dewam dike û temaşevanan ji performansa lîstikê re li çepikan da. Wê lîstik di 1’ê nîsanê de li navçeya Ataşehîr, di 2’yê nîsanê de li navçeya Avcilar û di 8’ê nîsanê de jî li navçeya Kartalê derkeve pêşberî temaşevanan.