'Dek û Dolabên Scapen' ji bo zarokên herêma erdhejê derket ser dikê

img
AMED -  Lîstika “Dek û Dolabên Scapen” a Şanoya Bajêr a Amedê ji bo zarokên herêmên erdhejê derket ser dikê. 
 
Şanoya Bajêr a Amedê bi bernameyên xwe yên piştevaniyê balê dikşîne ser xwe. Vê carê jî Şanoya Bajêr a Amedê ji bo piştgiriya ji bo zarokên ku bandor ji erdhejê girtine bernameyek amade kir. Di çarçoveya vê bernameyê de lîstika bi navê “Dek û Dolabên Scapen” ku Molîereyê Fransî nivîsandiye û Ozcan Ateş jî derhêneriya wê kiriye derket ser dikê. Wek her carê eleqeyeke mezin hat nîşandan û lîstikvanan jî bi coşeke mezin lîstika xwe lîst. Temaşevanan bi çepikan hezkirina xwe ya ji bo lîstikê nîşan dan. 
 
Lîstikvan Erdal Kaya piştî lîstikê wiha got: “Em ê sibê jî di heman saetê de ji bo zarok û mexdûrên herêmên erdhejê derkevin ser dikê. Bi hatina we em gelek kêf xweş bûn.”