TUÎK’ê zimanê Xwebûnê înkar kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - TUÎK’ê di forma ku xwest bi rojnameya Xwebûnê bide dagirtin de cih neda zimanê kurdî û zimanê weşanê yê rojnameyê red kir. Her wiha polîsan careke din şandina Xwebûnê ya Stenbolê asteng kir.
 
Rojnameya Xwebûnê, tekane rojnameya ku li bakurê Kurdistanê weşana bi zimanê kurdî dike ye. Her wiha weke heftane tê weşandin. Herî dawî bi daxwaza Midûriyeta Giştî ya Polîsan, Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 4'an a Enqereyê hesaba Xwebûnê ya twîtterê jî di nav de 340 hesabên Twitter, Telegram û Youtubeyê yên malperên dîjîtal ên bi kurdî asteng kirin û girtin. Li zextên li dijî Xwebûnê yeke din hate zêde kirin. Saziya Statîskan a Tirkiyeyê (TUÎK)di forma ku xwest bi rojnameya Xwebûnê bide dagirtin de cih neda zimanê kurdî û zimanê weşanê yê rojnameyê red kir. Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen derbarê mijarê de nivîsek nivîsî. Nîvîsa Esen a di Rojnameya Xwebûnê de hate weşandin wiha ye: 
 
"Tirkiye, di 10’ê adarê de bi aşkerakirina Serokkomar Erdogan ket pêvajoya hilbijartinên parlamento û serokkomariyê yên sala 2023’yan. Di vê pêvajoya hilbijartinan de jî red û înkara zimanê kurdî ranaweste. Weke rojnameya Xwebûn hefteya borî bi du awayan em bi vê red û înkarê re rû bi rû man. Ez ê di vê nivîsa xwe de li ser van her du awayên red û înkara kurdî rawestim û rastiya desthilata AKP-MHP’ê û dewletê ya li dijî kurdî raxim ber çavan.
 
Destpêkê dixwazim qala red û înkara kurdî ya Saziya Statîskan a Tirkiyeyê (TUÎK) ya li dijî zimanê weşanê yê rojnameya me bikim. Piştre jî der barê bêtemûliya polisên  tirk a li dijî rojnameya me de agahiyekê bi we re parve bikim. Di nav hefteyê de ji TUÎK’ê li min geriya û xwest ku bersiv bidim formeke wan a pirsan a der barê rojnameya Xwebûnê de. Rayedara ku bi min re axivî, li ser pirsa a min 'bersivdana van pirsan mecbûrî ye?' ev bersiv da min: 'Belê mecbûrî ye, divê hûn bersiv bidin.'
 
FORMA ÎNKARA KURDΠ
 
Piştre ji bo ku pirsên 'Forma Pirsan a Rojname û Kovaran a Statîstîkên Çapameniya Nivîskî -2022' a TUÎK’ê bibersivînim şîfreyek bi min re parve kirin û ji bo alîkariyê nimreya karmendekî TÛÎK’a Amedê dan min. Li ser vê yekê ketim malpera TÛÎK’ê û bi alîkariya karmendê ku nimreya wî dabûn min pirsên ji min hatin kirin bersivand. Piştî çend pirsên destpêkê di nîveke formê de bi pirsên înkara kurdî re rû bi rû mam.
 
Pirsên înkarê der barê zimanê me yê weşanê de bûn (Hûn bi kîjan zimanî weşanê dikin?). Ji bo bersivandina pirsan jî ev her sê vebijêrk (1.tirkî 2.zimanê biyanî 3.tirkî ango zimanê biyanî) danîn pêşiya min. Dema ku ez bi van pirsan re rû bi rû mam li dij derketim û nexwest bersiv bidim pirsan. Li ser vê yekê ez û karmendê ku bi min re dibû alîkar bi hev ketin. Min jê re got, ‘hûn daneyên der barê rojnameyeke kurdî de berhev dikin lê cih nadin zimanê wê, ev çawa çêdibe?’. Li ser vê berteka min karmend mez bi siyasetê “sûcdar” kirim û ev tişt got: “Ezbenî ji kerema xwe re siyasetê tev li daneyan neke. Ev pirs ne ji hêla me ve ji hêla Enqerê ve tên amadekirin û tiştekî ku ez bikim tune ye.”
 
KURDÎ NE ZIMANÊ BIYANÎ YE
 
Min bertek nîşanî bersiva wî da û jê re got: 'Çi eleqeya bertekan min bi siyasetê re heye. Ez li Kurdistanê bi zimanê xwe weşanê dikim û hûn zimanê min ê weşanê înkar dikin, tune dihesibînin û dixwazin ku di ser de jî bersiva pirsên we bidim. Dema ku hûn vê formê bi TRT Kurdiyê re dadigirin heman pirsan ji wan jî dikin?” Li ser van bertekan, karmendê TUÎK’ê ez aresteyî vebijêrka 2. zimanê biyanî kir. Ji bo bidawîkirina formê ji neçarî min jî ev vebijêrk qebûl kir û ji karmend re got ku ez ê vê înkara wan binivisînim. Dema ku min ev tişt jê re got zora karmend çû û got, ‘Hûn van gilî û gazinên xwe nikarin li min bikin. Tiştekî di destê min de tune ye, bi salan e forma me bi vî awayî ye. Kesî mîna te îtîraz nekiriye.'
 
Belê TUÎK’a ku qajo bi daneyan re mijûl dibe, bi pirsên xwe li Kurdistanê zimanê kurdî înkar dike û tune dihesibîne. Bawer im li tu devereke dinyayê sosretiyeke bi vî rengî tune ye. Dibe ku TUÎK van daneyan radestî hikumetê bike û hikumet jî bi van daneyên ku bi înkara kurdî hatine berhevkirin di hilbijartinan de bi kar bîne. Belê hikumet dikare bi van daneyên înkara kurdî ji kurdan deng bixwaze. Lê divê bê zanîn ku dewlet û hikumet hê jî zimanê kurdî înkar dike.
 
XWEBÛN DÎSA ASTENG KIRIN
 
Lewre ji bilî vê înkara TUÎK’ê di nav hefteyê de rojnameya Xwebûn careke din ji aliyê polisan ve hat astengkirin. Weke ku tê zanîn rojnameya Xwebûn li Amedê tê çapkirin û ji vir belavî bajarên din ên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dibe. Beriya niha di mehên îlon û mijdarê yên sala 2022’yan de  şandina rojname Xwebûnê ya bajarên din çend caran hatibû astgengirin. Piştî çend mehan di nav hefteyê de polisan careke din şandina rojnameya Xwebûnê ya Stenbolê asteng kir.
 
Li otogara Amedê polîs çûn fîrmaya otobusan a ku wê hejmara 168’emîn a rojnameya Xwebûnê birina Stenbolê asteng kirin. Polisan, gef li rayedarên fîrmayê xwarin û ji wan xwestin ku rojnameya Xwebûn bi xwe re nebin Stenbolê. Li ser vê yekê em bi parêzerên xwe Resûl Teymûr re ketin têkiliyê û me jê xwest ku sedema hiqûqî ya astengkirina rojnameya me hîn bibin. Piştî ku parêzerê me bi dozgeran re têkilî danî em hîn bûn ku tu biryareke hiqûqî ya ji bo astengkirina rojnameya me tune ye.
 
KURDÎ ŞAX VEDAYE
 
Polisên tirk hinek ji TUÎK’ê cudatir zimanê kurdî red û înkar dikin. Belê polisên tirk, li Amedê bi awayekî kêfî rojnameyeke ku bi kurdî weşanê dike û belavî bajaran dibe asteng dikin. Ev astengkirin acizî û bêtemûliya ji zimanê kurdî ye. Di heman demê de vê astengkirina wan sûc e. Polis bi astgengkirina rojnameya Xwebûnê sûc dikin û kîna xwe ya li dijî kurdan û zimanê wan radixin ber çavan.
 
Em vî sûcê li dijî ziman û rojnameya xwe qebûl nakin û der barê polisên ku li otogara Amedê bêrêziyê li ziman û rojnameya me dikin de gilî bikin. Divê bê zanîn ku êdî zimanê kurdî ne bi astengkirina polisan ne jî bi redkirina saziyên mîna TUÎK’ê dikare bê tunekirin. Lewre êdî kurdî li Kurdistanê şax vedaye û her roj bi saziyên mîna rojnameya Xwebûnê ev şax tên avdan."