Li Mêrsîn û Enqereyê Sersal hat pîrozkirin

img
MÊRSÎN / ENQERE – Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê "Serê Salê" hat pîrozkirin. Li Enqereyê jî Înîsyatîfa Xwendekarên Azad a Enqereyê di şahiya Serê Salê de got: "Li dijî polîtîkayan bişavtinê em çanda xwe diparêzin û dijîn."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Ciwanan a HDP'a Mêrsînê, li navçeya Akdenîz a Mêrsînê ji bo Serê Salê çalkiyek li dar xistin. Endamên TJA û Meclîsa Ciwanan a HDP'ê di şahiya Sersalê de kincên xwecihî li xwe kirin û li taxê mal bi mal geriyan. Ciwanên HDP'î û jinên TJA'yî bi erbaneyê geriyan û sersala malbatên ku ew pêşwazî kirin pîroz kirin. 
 
Malbatan jî kesên sersala wan pîroz kirin bi tilîliyan pêşwazî kirin û diyarî dan wan. 
 
LI ENQEREYÊ SERÊ SALÊ
 
Li Enqereyê jî Înîsyatîfa Xwendekarên Azad a Enqereyê ji bo Sersalê çalakiyek li dar xist. Li hêwana ku çalakî lê hat lidarxistin pankartên li ser “Li dijî polîtîkayan bişavtinê em çanda xwe diparêzin û dijîn” û "Serê salê pîroz be" nivîsandî daliqandin. Ciwanan eleqeyeke mezin nîşanî şahiya serê salê da. 
 
Di şahiyê de govend hat gerandin û lîstika Kal û Pîrê hat lîstin. 
 
Şahî bi stranan bi dawî bû.