Hunermend Taşdogan li Qoser, Êlih û Amedê konser li dar xistin

img

AMED - Hunermend Kasim Taşdogan rêzekonserên li bakurê Kurdistanê ya dawî li Amedê li dar xist. Taşdogan du seans konser li Amedê pêk anî. 

 
Hunermend Kasim Taşdogan ê ku bi strana “Xem Neke” ku wî û hunermend Rotînda bi hev re duet kiriye, li bakurê Kurdistanê rêzekonser li dar xist. Taşdogan ê ku li Îzmîrê dijî di 7’ê çile de li Mawakîtaba Qoserê konser li dar xist û di 8’ê çile de jî li Yenîsehneya Êlihê konser li dar xist.
 
DU SEANS KONSER LI DAR XIST
 
Hunermend Taşdogan di 9’ê çile duh êvarê jî li Şanoya Bajêr a Amedê bi du seansan derket pêşberî guhdarên xwe. Taşdogan di her du seansan de jî performansek hêjayî dîtinê nîşan da û li ber stranên ji hev xweştir muzîkhezan kêfxweş kir. Taşdogan ê ku terza xwe ku stranên salên 1990’î distrê û qirika xwe ya Serhedê tê nasîn dengê wî yê zîz li eywana şanoyê olan da.
 
BI STRANA 'DÎROK' BI DAWÎ KIR
 
Taşdogan di her du seansên konsera li Amedê de bi strana “Mesela Ne Eva” ya Abbas Ehmed dest bi konserê kir û bi strana “Dîrok” a hunermend Firat Med bi dawî kir. Taşdogan di her du seansên konserê de jî stranên gelerî stirî û guhdarên xwe mest û dilxweş kir. Taşdogan strana “Rê” ya ku helbesta Turgut Uyar e û bi navê xwe yê “Yokuş Yol'a” tê nasîn wergerî kurdî kiriye jî stirand.
 
‘XEM NEKE’ TEMAŞEGERAN MEST KIR
 
Taşdogan strana “Xem Neke” ya ku diyarî Malbata Şenyaşar kiribû jî stirî û şevê li ber stran û awazên ji hev xweştir şên û geş kir. Taşdogan her wiha hunermend Hogir, Aram Tîgran jî bibîr anî û stranên wan stirî. Guhdar ango temaşegeran jî di hin stranan de bi Taşdogan re duet kirin û dengê çepik û tîlîliyan li eywanê olan da.