Li Tûrgûtlûyê kursa kurdî dest pê dike

img

MANÎSA - Li navçeya Tûrgûtlûyê, li ser daxwaza gel Komîsyona Çandê ya Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê zend û bend bada û amadekarî dike ku li dijî pişaftinê perwerdeya kurdî bide. 

Li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê, li ser daxwaza gel a perwerdeya kurdî, Komîsyona Çandê ya Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê zend û bend badan û li dijî pişaftinê dest bi xebatan kir. Komîsyon, amadekarî dike ku di serî de ji bo zimanê zikmakî, muzîk û folklorê qursan vebike û dersan bide. Wê destpêkê komîsyon di 1'ê cotmehê de pola zimanê kurdî vebike. Piştî dersên kurdî wê komîsyon perwerdeya muzîka kurdî, ensturman û lîstikên gel jî bide. 
 
LI BENDA CIWANAN IN
 
Mamosteyê Ziman û Wêjeya Kurdî Huseyîn Îlçî ku li navçeya Tûrgûtlûyê ya zêdetirî 30 hezar kurd lê dijîn, tevlî vê xebatê dibe, diyar kir ku li dijî pişaftinê wê destpêkê xebata perwerdeya kurdî bidine destpêkirin. Îlçî, bi lêv kir ku ew li bendê ne ciwanên ku dixwazin fêrî kurdî bibin bên Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Tûrgûtlûyê û wiha got: "Ji dema ku me bang kiriye ve serlêdaneke zêde ji bo fêrbûna perwerdeya zimanê zikmakî tê kirin. Zimanê ku neyê axaftin mehkûmê jibîrkirinê ye."
 
DAXWAZA GEL 
 
Îlçî, diyar kir ku her serlêdana kelecana wan zêde dike û ev tişt anîn ziman: "Di nav rojê de gelek kes ji bo girtina perwerdeya kurdî tên qeydên xwe çêdikin. Bi taybetî jî ciwan eleqe nîşan didin. Ev jî me kêfxweş dike. Armanca me ew e ku em girîngiya çand û zimanê xwe bidin hînkirine. Dema ku kurdî neyê axaftin wê bê jibîrkiein. Her gel bi zimanê xwe dijî. Em derî bi derî digerin û ji malbatan re dibêjin ku xebateke me ya wiha heye. Mirov gelek kêfxweş dibin. Ev jî hêz dide me. Bêyî ziman em ê xwe nas nekiin. Mirovê ku xwe naz bike dizane ku ji kuder hatiye û armanca wî çî ye. Heke em dixwazin bi hebûna xwe bijîn divê em girîngiyê bidin zimanê xwe. Em li bendê ne hemû ciwan bên qursên me. Di vê malbat jî bi zarokên xwe re bi zimanê xwe biaxivin."
 
JI CIWANAN BANG
 
Ji ciwanên ku tên serî li qursê didin Berîtan Çoşkûn, ev tişt got: "Divê herkes bê van perwerdeyan. Kurdî zimanê me yê zikmakî ye. Tiştekî ku mirov bi zimanê xwe bizanibe xweştir tune ye. Divê em bi zimanê xwe biaxivin û derdora xwe jî di mijara axaftinê de hişyar bikin. Ji bo ku zimanê xwe hê baştir biaxivim serlêdan kir. Ez bang li hemû kurdên li Tûrgûtlûyê dijîn dikim ku bên li vir fêrî zimanê xwe bibin."
 
Ji ciwanan Îslam Çelîk jî da zanîn li metropolan hewl tê dayîn malbatên kurd ku ji Kurdistanê hatine zimanê xwe ji bîr bikin û ev bang kir: "Ji bo ku zimanê min ê zikmakî tune nebe û hê baştir biaxivim qeyda xwe ya qursa kurdî çêkir. Wê ji serî meha cotmehê ve perwerdeya me dest pê bike. Ez bang li ciwanên kurd ên Tûrgûtlûyê dikim ku tevlî perwerdeya kurdî bibin û em bi hev re zimanê xwe fêr bibin."