Muzîkjenê kurd Guçmen hat berdan

img
RIHA - Muzîkjenê kurd Neşet Guçmen ku beriya 6 rojan hatibû binçavkirin, li Edliyeya Rihayê bi şertê kontrola edlî û qedexekirina derketina derveyî welat hat berdan.   
 
Muzîkjenê kurd Neşet Guçmen, di çarçoveya lêpirsîneke "nepen" ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve hatibû destpêkirin de di 3'ê îlonê de li Amedê hatibû binçavkirin. Guçmen, 6 roj bûn li Miduriyeta Polisan dihat girtin û îro derket Edliyeya Rihayê û li dozgeriyê îfadeya wî hat girtin. Piştî îfadegirtinê ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hat kirin. Guçmen, li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê, di çarçoveya lêpirsîna ku bi angaşta "endamtiya rêxistinê" lê hatibû vekirin de îfade da û wêneyên ku di konserekê de kişandibûn jê hatin pirsîn. Guçmen, da zanîn ku wêne yên wî ne û muzîsyeniyê dike û ne endamê tu rêxistinê yî. 
 
Dadgehê, bi şertê kontrola edlî ku mehê carekê îmze bide û qedexekirina derketina derveyî welat Guçmen berda.