Serlêdana ji bo xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter didome

img

STENBOL - Edîtorê Rojnameya Yenî Yaşamê Înan Kizilkaya, diyar kir ku serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapameniya Azad a Mûsa Anter didomin û got ku armanca wan ew e ku nirxên çapemeniy azad bigihînin pêşerojê. 

Serlêdanên ji bo 28'emîn pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapameniya Azad a Mûsa Anter didomin. Wê pêşbirk di beşên "Nûçeyên Tirkî" ,"Nûçeyên Kurdî" , "Wêne (Wêneyên Nûçeyan)" , "Karîkatur" û "Nûçeyên Jinê" de bê kirin û serlêdanê wê dê heta 10'ê îlonê bidomin. Nûçeyên ku hêjayî xelatê bên dîtin wê di 18'ê îlonê de bên aşkerakirin. Wê pêşbirk îsal ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşamê ve tê lidarxistin. Wê her beşdar karibe di beşekê de tevlî pêşbirkê bibe. Rojnamegerên ku serlêdan bikin divê nûçeyên xwe yan bi rêya PTT ango qargoyê yan jî bi dest radest bikin. 
 
ROJNAMEGERÊN GELAN
 
Êdîtorê Yenî Yaşamê Înan Kizilkaya, bi bîr xist ku rojnamegeriya kurdî bi derxistina Rojnameya Kurdistan a di sala 1898'an de ya li Kahîre dest pê kiriye û wiha got: "Ji wê rojê ve rojnamegeriyê kurdî xwedî kevneşopiyeke qedexekirî, sirgûnkirî û astengkirî ye. Ev kevneşopiya ku bi pirsgirêkên civakî yên neteweya xwe re pirsgirêkên gelên Anatoliyê û Mezopotamyayê re jî mijûl dibe. Ji gelan re li dijî nêrîna fermî nêrîneke cuda dide qezenckirin. Weke tê zanîn ev jî bi bedêlên gelek giran pêk hat. Ji şopînerên vê kevneşopiyê Mûsa Anter jî tevahiya jiyana xwe ji bo têkoşîna gelê kurd ê bindest û gelên Tirkiyeyê bexşand û hewl da dengê wan bide bihîstin. Di heman demê de bi çavê heqîqetê li hemû meseleyan nêrî."
 
ÇAPEMENIYA AZAD EZBERAN HILWEŞAND
 
Kizilkaya, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê timik zihniyeta tekperest hatiye ferzkirin, gel û bawerî hatine înkarkirin û azadî tune hatine hesibandin û kevneşopiya çapemeniya azad li dijî vê zihniyetê derketiye û nêrîneke din bi civakê daye qezençkirin û ev tişt anîn ziman: "Sedema dayîna xelatan jî gihandina hev a rojnamegeriyê û rastiya civakî ye. Di heman demê de ev xelat ji bo bîranîna kesên ku di vê oxirê de têloşiyane, bedel dane û pîşeya xwe hez kirine ye."
 
'BILA NIRXÊN BIGIHÎJÊN PÊŞEROJÊ'
 
Di berdewamê de Kizilkaya, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê rojnamegerî bûye amûra dewletê û di şertên îro de meşandina karê rojnamegeriyê gelek zehmet bûye û têkildarî mijarê ev nirxandin kir: "Wê kedkarên çapameniya azad di rêya heqîqetê bimeşin. Hemû nirx bi bedelên mezin ava bûne. Ev xet, bi qetilkirina li kuçeyên Amedê ya belavkaran rojnameyan ên 8-9 salî, girtina bi salan a rêveberan, sirgûnkirin û lêdana gelek xebatkaran hatiye avakirin. Di vê kevneşopiyê de xeteke ku nirxên erdnîgariyê û şertên çapemeniyê yên gerdûnî digihîne hev heye. Wê ev kevneşopî bê berdewamkirin. Di vê kevneşopiyê de mirovên gelek hêja yên mîna Rohat Aktaş, Nûjiyan Erhan, Vedat Demîrcî, Gûrbetellî Ersoz bi jiyana xwe pêşengtî kirine." 
 
Kizilkaya, diyar kir ku ji bo xwedî derketina nirxên çapameniya azad û gihandina van nirxan a pêşerojê tevlîbûna Xelatên Mûsa Anter girîng e û banga serlêdanê li rojnamegeran kir. 
 
MA / Îdrîs Sayilgan