Li Cizîrê panela 'Celadet Alî Bedirxan'

img
ŞIRNEX - Li Cizîrê zimanzan û siyasetmedar Celadet Alî Bedrixan di 70'yemîn salvegera mirina xwe de bi panelekê hat bibîranîn. 
 
Zimanzan û siyasetmedar Celadet Alî Bedrixan, di 70'yemîn salvegera mirina xwe de, li navçeya Cizîr a Şirnexê bi panelekê hat bibîranîn. Bername li Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek hat lidarxistin. Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, Kome Helbestê ya Amedê, Koma Xwendinê ya Amedê û gelek kes tevli panelê bûn. 
 
Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sûltan Yaray, di panelê de axivî û anî ziman ku ew bi keda Celadet Alî Bedirxan a di warê ziman û wêjeya kurdî de dizanin û wî bi rêzgirî bibîr tînin. Yaray got: "Mem û Zîn, a kîjan civakê bûna, niha li seranserê cîhanê belav bûbû û hatibû naskirin. Em bi qîmeta berhemên xwe zanibin." 
 
'EM XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN' 
 
Hevseroka MED-DER'ê Şîlan Elma Kan jî got: "Gava behsa Cizîra Botan tê kirin, berxwedan tê bîra me. Gelê Botanê, mîrateya Mîr Alî Bedirxan wergirtiyye û em ji ber vê kêfxweş û serbilind in. Ne tenê gelê Botanê, divê hemû kurd qîmetê bidin kurdî. Berxwedana me, ewilî divê ji bo zimanê me be. Heger em xwedî li zimanê xwe dernekevin, qethiyen em ê bi ser nekevin." 
 
'BILA BIBE ZIMANÊ FERMÎ' 
 
Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belekê Mîrza Ronî jî got: "Heger em xwedî li zimanê xwe derkevin, em ê hîmê daxwaza ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî jî deynin. Gelek sazî dixebitin ji bo 'kurdî bibe zimanê fermî.' Bes gava em xwedî li zimanê xwe derkevin, dê ev daxwaz jî pêk bê.' Ji bo vê çi dikeve ser milê kê divê bike." 
 
Lêkolîner û nivîskar Mirad jî behsa jiyana Celadet Alî Bedirxan kir û got: "Wî tevî birayê xwe Kamuran Alî Bedrixan têkoşîna xwe ya di warê ziman de bi Kovara Hawarê û têkoşîna Xoybûnê domandin." Mirad, gotina Celadet Alî Bedirxan "Heyya gelê kurd hebe, dê têkoşîna kurdî û gelê kurd jî hebe" axaftina xwe bi dawî kir. 
 
Bernameya bîranînê bi helbestxwendin û kilaman bi dawî bû.