Hewraman di lîsteya UNESCO'yê de ye

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Herêma Hewraman a rojhilatê Kurdistanê ket lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCO'yê. 
 
Herêma Hewraman a rojhilatê Kurdistanê ku di nav sînorên fermî yên Îranê de dimîne, ket Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO). Gundên herêmê ku bi kendalan ve hatine avakirin, bi avahîsazîbûna xwe balê dikişînin ser xwe. Herêm bi yekdengî ket Lîsteya Mîrateya Dinyayê.