ENQERE - Di sala 2019'an de jinên ku li dijî deskeftiyên wan êrîşên micid pêk hatin, li kuçeyan daxwazên xwe qîr kirin. Tevahiya salê jinan, li dijî tundî, tacîz-tecawiz, qeyûm û di bin navê sererastkirina qanûn de tunekirina mafên xwe raperînê mezin kirin.
Têkoşîna jinên ku bi daxwaza ji karê wekhev re heqdesta wekhev û 8 saet xebat, di 8'ê adara 1857'an de derbasî berxwanê bûn û ji bo azadiyê jiyana xwe danîn holê, weke alekê li tevahiya Cîhanê li destan digere. Di sala 1910'an li Konferansa Navneteweyî ya Jinan a ku jinên sosyalîst ên girêdayî 2'emîn Enternasyonaleyê li Kopenhagê li dar xistin de li ser pêşniyara Clara Zetkîn, ji bo bîranîna jinên ku li Amerîkayê dema grevê di şewata ku derketibû de jiyana xwe ji dest dabûn ev roj weke "Roja Jinên Kedkar a Cîhanê" hat qebûlkirin. Di sala 1975'an de di konferanseke jinan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de bi biryarekê ev roj weke "Roja Jinan a Cîhanê" hat guhertin.
Her çiqas 8'ê Adarê bi daxwaza azadî û wekheviyê bibe rojek remz jî her rojên salê jin têkoşîna xwe mezin dikin. Rêxistibûnên ku di salên destpêkê yên damezrandina Tirkiyeyê de dest pê kirin, rolên pêşengên nifşa 1968'an, têkoşîna ku li dijî darbeyan hatiye pêşxistin, piştî darbeya leşkerî ya 1980'yî destpêkê jin derketin kuçeyan.
Di pevajoya Rewşa Awarte ku darbeyên li dijî rêxistinbuyîna jinê zêde dibûn de jinên ku berxwedana xwe domandin, di sala 2019'an de li dijî tundî, cînayet, xespkirina mafên xwe yên heyî li qadan bûn.
Me geşedanên ku di nav sala borî de li eniya jinê pêk hatin berhev kir.
LI DIJÎ KOMKUJIYAN JIN LI QADAN IN
Li gorî 10 salên dawîn di sala 2019'an gelek cînayetên jinan çêbûn. 474 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin. Di meha destpêkê ya sala 2020'an de 27 jin hatin qetilkirin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir, di 5 salên dawîn de milyon û 15 hezar û 337 jin tundî li wan hatiye kirin û hezar û 890 jin jiyana xwe ji dest dane.
LI HER DERÊ ÇALAKIYÊN 'EM DIXWAZIN BIJÎN'
Di vê çarçoveyê de di sala 2019'an de PeywirdaraLêkolînê Ceren Damar, ji aliyê zilamê bi navê Hakan Îsmaîl Hîkmet ve, Emîne Bûlût ku bi hewara 'Naxwazim bimirim' di bîra mirovan de cih girt, li ber çavê keça xwe ji aliyê hevjînê xwe yê berê Fedaî Varan ve, li Eskîşehîrê li gel serlêdana giliyê ya 23 caran jî Ayşe Tûba Arslan, ji aliYê hevjînê xwe yê berê Yalçin Ozalpay ve û li Ordûyê xwendekara zanîngehê Ceren Ozdemîr, li ber derê mala xwe ji aliyê zilamekî ku nayê nasîn ve hatin qetilkirin. Bi qetilkirina her jinê re jin herikîn kuçeyan û li qorîdorên edliyeyan ji bo darizandina kujeran têkoşîn dan. Jinên ku gotin ku cînayet polîtîk in raperîna xwe mezin kirin.
Çalakiyên ku bi dûrişmeyên "Em dixwazin bijîn" û "Em keseke din kêm nebin" hatin lidarxistin, mora xwe li sala2019'an dan.
TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ YA JINAN
Jinan daneşînin kujeran şopandin û ji bo tundî û cînayetên li dijî xwe banga hestiyariyê kirin. Di vê çarçoveyê de li kujerê Ceren Damar, Hakan Îsmaîl Hîkmet cezayê muebeta giran û li kujerê Emîne Bûlût, fedaî Varan jî cezayê muebetê hat birîn. Li kujerê Ceren Ozdemîr, Ozgur Ardûç jî cezayê muebeta giran hat birîn. Şûle Çetîn, di sala 2018'an de ji qata 20'an a plazeyekê hat avêtin û ev bûyer weke intîharê hat nîşandan. Lê bi têkoşîna malbat û jinan, li bersûc Çagatay Aksû cezayê muebetê û 12 sal û 6 meh hat bîrîn. Li Berk Akand jî 18 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
MIRINÊN BI GUMAN ÊN LI MALÊN DU AKP'IYAN
Di sala 2019'an de mirina bi gumana a Nadîra Kadîrova ya li mala Şîrîn Unal ê AKP'î li benda ronîkirinê ye. Li Xarpêtê, rojnameger Yeldana Kaharman, rojek piştî ku çu mala Parlamenterê AKP'ê Tolga Agar bi awayekî bi guman mirî hat dîtin. Hat diyarkirin ku Kaharman beriya mirina xwe hatiye tecawizkirin. Di navenda vê angaştê de Parlamenterê AKP'ê Tolga Agar û bavê xwe Mehmet Agar hene.
LI DIJÎ KRÎZ, ŞER, TUNDÎ Û NEWEKHEVIYÊ
Jinan, di 8’ê Adarê sala 2019’an de, li qadan li dijî “Krîzê, şer û newekheviyê” peyama hûnandina tevna piştevaniyê dan. Lig elek bajaran, di çalakiyên 8’ê Adarê de wêneyên jinên hatibûn qetilkirin hatin vekirin û bi bîr anîn. Jin bi awayekê her xurt di qadan de cih girtin û li dijî krîz, şer, newekhevî û tundiyê, peyamên rêxistinbûyînê dan.
BI DEH HEZARAN JIN TEVLÎ MEŞA ŞEVÊ YA FEMÎNÎST BÛN
Bi deh hezaran jin, tevlî 17’emîn Meşa Şevê ya Femînîst a li Taksîma Stenbolê hat lidarxistin bûn. Ev çalakî yek ji wan çalakiyan bû ku mora xwe li sala 2019’an xist. Ligel mudaxileya polîsan jî, jinan qada çalakiyê terk nekirin û hikumetê xwest vê çalakiyê li ser azana mele reş bike û lanse bike.
KAMPANYAYA LI DJÎ TUNDIYA ZAYENDÎ: #NE WISA WIHA
Jinên ku di nava wan de hunermendên jin jî hebûn, li ser medya civakî bi armanca balê bikişînin ser tundiya zayendî, dest bi kampanyeya #newisawiha kirin. Lîstikvan Tulîn Ozen, Ceren Moray, Berrak Tuzunataç, Hasîbe Eren, Esra Dermancioglû, Laçîn Ceylan, Seyhan Arman û Ayça Damgaci piştgirî dan kampanyayê.
DAYIKÊN LAÇIK SPÎ ÇÛN MECLÎSÊ
Yek ji pêşketin û çalakiya herî girîng ku mora xwe dîrok li sala 2019’an xist, çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Layla Guven a di girtîgehê de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da dest pê kir bû. Ev çalakî di demek herî kurt de li tevahiya zindanan belav bû. Li derve jî herî zêde jin û dayîkan piştgirî dan vê çalakiya birçîbûnê. Jinan bi armanca piştgirtiyê çalakiyên xwe birin ber girtîgehan dewam kirin. Dayikên laçik spî li gel hemû êrîş, zext, tundî û gefên polîsan jî dest ji çalakiya xwe bernedan û qad terk nekirin. Dayikên laçik spî dûre, li dijî bêdengiya heyî bi armanca bibin dengê çalakgerên grevên birçîbûnê, çalakiya xwe birin Meclîsê û 5 rojna li Meclîsê çalakiya rûniştê li dar xistin.
JINAN LI DIJÎ TUNDIYÊ ÇALAKIYA XEMRÎ LI DAR XISTIN
Di sala 2019’an de, li Amedê Parêzer Muzeyyen Boylû, Mervê Unal û Aygul Gunler ji aliyê xizmên xwe yên zilam ve hatin qetilkirin.
Tora Têkoşîna li Dijî Tundiya Jinê ya li navena Amedê xebatên xwe bi rêve dibe, bi armanca balê bikişîne ser tundiya jinê, dest bi kampanyeya qûrdele û şelpeyên xemrî û reş bi avahî, kargeh û wesayîtan ve girê dan. Gelek jin beşdarî vê kampanyayê bûn û berteka xwe ya li dijî tundiyê anîn ziman.
‘HEVSEROKATÎ XETA ME YA SORE’
Ji bo nûnertiya wekhev a jinan, pergala hevserokatiyê ku yek ji qezencên herî girîng ên jinane, di sala 2019’an de bû hedefa êrîşên AKP’ê. Şaredariyên dibin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, piştî hilbijartina 31’ê Adarê di 19’ê Tebaxê de qeyûm tayînê wan hat kirin. Hikumetê hinceta tayînkirina qeyûman weke pergala hevserokatiyê nîşan da û derbarê ve yekê de lêpirsîn da dest pê kirin û hevşaredar girtin.
Gel bi pêşengtiya jinan li Amed, Wan û Mêrdînê li dijî qeyûman daketin kolanan û xwedî vîna xwe derketin. Jinan li qadan bi dirûşmeya “Hevserokatî xeta me ya sor e” bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û dest ji têkoşîna xwe ya nûnertiya wekhev bernedan.
QEYÛM SAZIYÊN JINAN GIRT
Piştî qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin, ewil saziyên jinan girt. Dîsa saziyên çandê girt. Qeyûm Erkan Savar ê tayînî Şaredariya Bêgîrî ya Wanê kirin, ewil tabelayên Pirtûkxaneya Jinan a Ayşe Şan û Mêvanxane daxist û kilît li deriyê wan xist.
PEYMANA ÎSTANBUL DI HEDEFÊ DE YE
Îqtîdara AKP'ê, Peymana Îstanbul a ku destkeftiyên jinan diparêze, dike hedefa xwe. Hin rojnameyên nêzî AKP’ê bê navber bi gotinên "Hêlînan xera dikin" banga rakirina vê peymanê dikin. Serokomar Erdogan têkildarî Peymana îstanbul di 2'ê Hezîranê de got "Peymana Îstanbul ne nas e, dikare bê feshkirin."
PLATFORMA JINAN A MAFÊ NAFAKAYÊ HAT AVAKIRIN
Îqtîdara AKP'ê xwest mafê jinan ê nafaka ku bi têkoşînê bi dest xistine ji destê wan bistîne. Serokomar Erdogan, têkildarî nafakayê diyar kir dê 2'emîn pakêta darazê sererast bikin. Jin ji bo mafê nafaqayê carek din daketin kolanan û mafê xwe parastin. Di vê çarçoveyê de Platforma Jinan a Mafê Nafakayê hat avakirin. Platform ji bo mafê wan bê parastin têkoşîna xwe berdewam dikin û li meclîsê hevdîtinê dikin.
25 MIJDAR: EM KESEK DIN JÎ DÊ KÊM NEBIN
Jinan li Tirkiyeyê di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan a Navneteweyî de daketin kolanan û li dijî tundiyê bertek û nerazibûnên xwe anîn ziman. Jinan bi dirûşmeya "Em ê êdî yek din jî kêm nebin" û rengê xemrî peyam têkoşînê dan.
ÎTÎRAZA MAFÊ ZEWACÊ: EFOYA ÎSTÎSMARÊ NABE
Yek ji mijadara di rojeva jinan de ya ku ji bo wê têdikoşin jî guhertina zagonên ku rê li pêş zewaca zarokan vedike bû. Îqtîdara AKP'ê xwest kesên sûcê îstîsamara li dijî zarokan kiriye efo bîke. Di bin navê "Efûya zewacê" de dixwaze Efûya Îstîsmarê" bînin. Jinan li dijî vê yekê bi gotina “Efûya Îstîsmarê nabe" dengê xwe bilind kirin. Berê jî îqtîdarê ev pêşnûma anîbû rojevê, lê ji ber ku jinan bertek nîşan dabû, hikûmetê ev pêşnûma paşve kişandibû. Jinan li tevahiya Tirkiyeyê bi tevlêbûna gelek rêxistinên civakî û rêxistinên jinan çalaki li dar xistin û gotin "Zewaca bi zarokan re sûc e. Jinên ku xwestin dengê xwe li meclîsê bidin xuyakirin, li Parka Guven a Enqereyê kom bûn û xwestin Efoya Îstîsmarê di hişê xwe rejî derbas nekin.
MEŞA LI DIJÎ TECAWIZÊ HAT ASTENGKIRIN
Walî Mûstafa Yaman ê dîsa wekî qeyûm tayînî Şaredariya Mêrdînê hat kirin, di serdema xwe ya berê ya qeyûmtiyê de, polîsê memûr Ercan Uysaler anîbû ser Şîrketa Kent A.Ş. Piştre derket holê ku Ercan Uysaler xebatkara jin a şîrketê xistine nava karê fihûşê. Piştî vê rewşê Platforma Jinan a Şahmeran a Mêrdînê xwestin li dijî vê yekê bi dirûşmeya “Li dijî cînayetên jinan, îstîsmar, tecawiz û tacîzê hişyar bin" meşekê li dar bixin. Lê Polîsan destûr naden ku jin bimeşin. Bi têkoşîna jinan, doz li midûr hat vekirin û hat mahkumkirin.
LAS TESÎSÊ BIRIN MECLÎSA TIRKIYÊ
Dansa Las Tesîs a ji aliyê femînîstên Şîliyê ve li dijî tecawizê bi dirûşma “Tecawizkar tu yî” hat destpêkirin bû sirûda li dijî tundiyê. Çalakiyên Las Tesîs li gelek welatên cîhanê belav bû. Vê dansa li gelek welatên cîhanê belav bû dema hat kolan û meydanên Tirkiyê wek “sûc” hat qebûlkirin. Li Stenbol û Enqereyê jinan vê dansê li dar xist û polîsan êrişî jinan kir û gelek jinan binçav kiribû. Jin yekser ji aliyê Wezîrê Karê Hundir Sulyeman Soylû ve hedef hatin nîşandan. Parlamenterên CHP’ê yên jin li dijî êrişên polîsan û hedef nîşandanê dansê birin Meclîsê û vê dansê li dar xistin.
JI WEZÎRAN LI DIJÎ TUNDIYÊ GIŞTÎNAME
Di encama têkoşîna bi hêz a jinan de tundiya li dijî jinan di rojevê de cih girt û deng veda. Bi armanca astengkirina tundiya ser jinan Wezîrê Dadê Abdulhamî Gul ji bo pêşîlêgirtina tundiya zilaman giştînameyek weşand. Li gorî giştînameyê “Buroyên Tundiya nav malbatê û li dijî jinan” belav bibin. Wê dozgerên pispor li van bûyerên tundiyê binêrin. Piştî Wezîrê Dadê, Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû jî li dijî tundiya zilaman tedbîra bi navê “Giştînameya li dijî tundiya jinan” belav kir.
RÊXISTINKIRINA JINAN HAT MEZINKIRIN
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 1-2’ê sibatê de li Amedê bi dirûşma “Em jin in, ji bo azadiya xwe û guhertinê li ser pêya ne” bi beşdariya 700 jinan konferansek birêve birin. Di 8’ê sibatê jî Piştevaniya Mor bi sernavê “Bi inyad têkoşîn bi inyad azadî” 2’yemîn Konferansa Jinên Tirkiyê li Stenbolê birêve bir.
‘EM HEZKIRINA BI KUŞTIN NAXWAZIN’
Jin di 14’ê sibata 2020’an de jî derketin kolanan û qîr kirin ku ew hezkirina bi kuştin naxwazin. Di çalakiyên hatin birêvebirin de jinan bi dirûşmên “Ji bo azadiya me ne siya eşkqê tundî ye” berz kirin, dovîz û pankartên “Em hezkirina tê kuştin naxwazin” hildan û tundiya li ser jinan protesto kirin.
GULÎSTAN DOKÛ LI KU YE?
Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê ya Dersimê Gulîstan Dokû di 5’ê Çile de li Dersimê ji malê derket û heta îro agahî jê nehat girtin. Her çiqas heta niha xebatên lêgerîna dîtina wê didomin jî lê dîsa nehatiye dîtin. Jin bi rojan ji bo Dokû çalakiyan li dar xistin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya berê Dîlan Dîrayet Taşdemîr daxuyanî dabû û ji bo Dokû gotibû “Li Kurdistanê însan winda nabin, tên windakirin. Nedîtina Gulîstan Dokû berpirsiyariya dewletê ye.” Ji bo Gulîstan Dokû li ser medya civakî kampanya “Gulîstan Dokû li ku ye” hat destpêkirin.
Platforma Jinan a Dersimê starta xebat û pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li cihê xebata dîtina Dokû ya li Pira Dînarê ya Dersimê da.
MA / Dîren Yurtsever