Prz. Emekçî: Di kesayeta Ocalan de Tirkiyê tecrîd dikin

img

STENBOL - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê bi komployek mezin teslîmî Tirkiyeyê hat kirin, li Gireva Îmraliyê 23 sal in dibin tecrîdek herî dijwar de ye. Parêzerê wî Emran Emekçî, diyar kir ku di kesayeta Ocalan de, demokrasî, aştî, hiqûq, serbixwetiya darazê û aboriya welat tê tecrîdkirin.

Pirsgirêka Kurd ku di encama polîtîkaya înkar û tênekirinê yên ji damezrandina Komarê û vir ve dewam dike û xwedî dîroka sedsalan e, hîn jî pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ye ku bi taybetî di van 40 salên dawî de, bûye pirgirêkek herî bingehîn. 
 
Kurd bi salane li dijî bêqanûnî, komkujî, zordestî, qetilkirin, komkujî, zext, êrîş û girtinan bedelên mezin didin. Ji bo ku hebûn û nasnameya xwe avakirin, têkoşînek bêhempa didin. Li aliyekê desthilatdar û dewleta ku naxwaze vê pirsgirêkê çareser bike heye û li aliyê din jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê dixwaze vê pirsgirêke bi her awayî çareser bike heye. 
 
Ocalan ji ber zextên hêzên navneteweyî, ji Sûriyeyê derket û di 15’ê Sibata 1999’an de, dîsa ji aliyê hêzên navdewletî ve teslîmî Tirkiyeyê hat kirin. Ocalan ji sala 99’an ve li Girtîgeha Tîpa Fa Ewlekariya Bilind a li Gireva Îmraliyê ku ji bo wî hat avakirin, tê girtin. Li vê derê, pergala tecrîdê ya li dora Ocalan hat lêkirin, prototîpa pergala qempa Guantanamo ya li DYA’yê hatiye avakirine. 
 
Ocalan piştî ku anîn Îmraliyê, di salên ewil de bi pergalî hevdîtin bi malbat û parêzerên xwe re kir. Piştî ku di sala 2005’an de qanûnên weke “Qanûnên Ocalan” hatin derxistin, hevdîtinên Ocalan ên bi malbat û parêzerên wî re hatin astengkirin. Dûre qanûnên taybet ji bo wî hatin derxistin û destûr ji bo hevdîtinan nehat dayîn. Êdî rewş wisan bû, ji sala 1999’an ve ji hezar û 817 serlêdanên ji bo hevdîtina Ocalan, tenê 442 jê hatin qebûl kirin. Ji van serlêdanan 437 jê berî sala 2011’an ne. Ji sala 2011’an ve parêzerên Ocalan tenê karî 5 caran hevdîtinê pê re bikin.
 
Ev her 5 hevdîtin jî, di encama çalakiya greva birçîbûnê ya di sala 2018’an de bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li girtîgehan dest pêkir û 200 rojan dewam kir, pêk hatin.  Parêzerên herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin kirin, ligel hemû serlêdanên kirin jî, bersiv ji bo wan nayê dayîn. 
 
Ji parêzerên Baroya Hiqûqê ya Asrîn ku parêzertiya Ocalan dike Emran Emekçî, armancên tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê ji ajansa me re nirxand. 
  
Prz. Emekçî, diyar kir ku ji ber ku Ocalan li Rojhilata Navîn xwedî aktorekê polîtîk bû bi kompleyek navdewletî hat teslîmkirin. Emekçî, anî ziman ku Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn xwedî xetek girîng e. 
 
Emekçî, da zanîn ku DYA’yê li dijî yekitiya demokratîk a gelên Rojhilata Navîn ku mezin dibû, statukoya dabeş bike, parçe bike û birêve bibe li herêmê da zoriyê, di serî de Îngîltere, DYA û dewletên neteweyên kapîtalîst, hemû kesên ku li dijî vê statukoyê derketin jî, xistin hedefa xwe.  
 
Emekçî, dest nîşan kir ku li ser vî esasî mudaxileyî Rêberê PKK’ê Ocalan kirin û wiha axivî: “Armanca wan ew bû ku Ocalan bikişînin xeta xwe. Ji xwe di vî warî de gelek hewldan û bangên hêzên kapîtalîst çêbûn. Qasidên Îsraîl û DYA’yê, xwestin bi Ocalan re hevdîtin bikin û wî ji bo Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP) qane bikin.  Ocalan li dijî van helwesta xwe ya ‘Ez ji bo gelan, xwedî xetekême, ez şervanê azadiyê me. Ez nabim şervanê kesek din. Paradîgmaya min diyare û ezê tu carî ji vê yekê tawîz nedim’ danî holê.  Ji ber vê sekna wî, komploya navnetewyî bi plan kirin.”
 
3 QONAXÊN TECRÎDÊ
 
Emekçî, bi bîr xist ku Ocalan 23 salin li Girtîgha Îmraliyê tê girtin û li dijî wî tecrîda 3 qonaxî dewam dike. Emekçî, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Qonaxa yekemîn di sala 1999’an de dest pê kir heya sala 2005’an dewam kir. Di vê qonaxê de, kêm jî be parêzer diçûn hevdîtinê. Bi malbata xwe re hevdîtin dikir. Dîsa di çarçoveya qanûnan de, pirtûk didan wî.” 
 
QONAXA DUYEMÎN
 
Emekçî, bal kişand ser qonaxa duyemîn û wiha bilêv kir: “Qonaxa duyemîn a tecrîdê piştî sala 2005’an dest pê kir. Ev qonax bi ‘Qanûnên Ocalan’ dest pê kir û heya sala 2015’an dewam kir. Bi vê qonaxê re, tecrîda li Îmraliyê giran kirin. Serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên ‘rewşa hewayê’, ‘keştî xirabe’ û ‘koster xirab bûye’ de hatin redkirin. Di vê pêvajoyê de pirtûkên Ocalan jê hatin girtin, bi erdê re dirêj kirin û porê wî jê kirin. Her daîm televîzyon û radyoya wî xirab bûyî bû. Di sala 2009’an de jî, ji odeya wî derxistin û li odeyek tengtir bi cih kirin.”
 
QONAXWE SÊYEMÎN: TECRÎDA MUTLEQ 
 
Emekçî, qonaxa sêyemîn a di sala 2016’an de destpê kir jî, weke “tecrîda mutleq” nirxand û wiha rêz kir: “Bi vê pêvajoyê re, hemû têkiliyên Ocalan ên bi cîhanê re hatin birîn. Di nava 5 salên derbasbûyî de, tenê 5 caran hevdîtin hat kirin. Weke din hemû serlêdanên me bê bersiv hatin hiştin. Îro bi temamî dengê Ocalan ji cîhanê hatiye qûtkirin.”
 
DI BINGEHA PIRSGIRÊKAN DE TECRÎD HEYE 
 
 Prz. Emekçî, diyar kir ku di bingeha hemû pirsgirên îro li Tirkiyeyê tên jiyîn de, tecrîda li ser Ocalan heye û wiha bi dawî kir: “Heya ku Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser neke, wê krîz û kaos dewam bikin. Wê Tirkiye demokratîk nebe. Tişta ku nayê xuyakirin eve.  Her ku diçe pergala daraz û hiqûqê ya Tirkiyeyê paşve diçe. Ji bo ku Ocalan û Kurd jê fayde nebin, qanûnên herî paşvero tên sererastkirin. Darbeyên li Tirkyeyê rû didin, ji ber ne çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Ev pirsgirêk, ne pirsgirêkek takekesiye.  Tecrîda li Îraliyê ya li dijî kesayeta Ocalan tecrîdek li dijî demokratîkbûn, aştî, hiqûq, serxwebûna daraz û aboriya welêt e. Ev pirsgirêkek pergaliye. Ji sala 1924’an ve dewam dike. Hezar sal Kurd û Tirk bi hev re di nava aştiyê de dijiyan. Ji ber ku wê demê înkar tune bû. Piştî ku înkarê dest pê kir, vê krîzê dewam kir. Çareserkirina pirsgirêka Kurd wê hêz û enerjiyê bide Tirkiyeyê.”
 
MA / Ferhat Çelîk