'Dilovanîya Tirk' a li ser xaka Sûriyê

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hebûna Tirkiyê ya li ser xaka Cerablûs, Azaz, Bab û Efrînê dewam dike. Tevna herêmê bi rêya saziyên perwerdehiyê tên guhertin. Dibin navê pîroziya mafê perwerdê de, polîtîkayên dagirkirinê tê meşandin.

Nêzîkaytiya "Çavê me di axa Sûriyeyê de nîne" bi awayekî mejiyê her hemwelatiyekî Tirk dagir dike. Bi ser Operasyona Firat Kalkanî ya di sala 2016’an de, hat lidarxistin re 5 sal derbas bûn. Gelo rêveberiyek berpirsiyar û aştiyane heye ku pêwendiyên xwe bi axa Sûriyê re qut kiriye? An jî paradîgmayek e ku di bin navê "medenîkirina barbaran" de erdên heyî diparêze? Dema ku em li polîtîkaya perwerdehiyê ya ku van rojên dawî li herêmê tê meşandin dinêrin, tê dîtin ku şaristaniyek "xemsar" tê armanc kirin.
 
DILOVANIYA ENQERÊ!
 
Di beşa Îngîlîzî ya Ajansa Anadoluyê de, ku nêzîkî Beştepeyê ye, nûçeya ku li 700 dibistanên bakurê Sûriyê xizmetên perwerdehiyê tê kirin, hat ragihandin. Li gorî nûçeya mijara gotinêye, nêzî 8 hezar û 500 mamoste "dixebitin" û 200 hezar kes jî, tên perwerde kirin. Li gorî hejmaran, mirov dikare bifikire ku rêveberiya Enqerê çiqas "dilovan" e. Lê di rastiyê de ev tenê fenomenek e. Mîna Karl Marx nivîsandiye, “Ger tişta xuya dike rast bûya, hewcehî bi zanistenê ne dikir.”
 
LI BAKURÊ SÛRIYEYÊ ‘DAGIRGERÎ’
 
Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku armaca sereke ya her çalakiya "şaristanî" çêkirina mirovahiyê ye. Bi gotinek din, mebestek heye ku mirov ji çand, ziman, ked û nasnameya wan dûr xistine. Weke ku tê zanîn peyva îstî’mar a bi Erebî, tê wateya “ji bo pêşxistina cihekê.” Navê din ê îstî’mar ê di termînolojiyê de “kolonîkirine.” Musta’mere jî tê wateya “dagirkirinê.” Li bakurê Sûriyê tam jî rewşa "îstî'marê” tê jiyîn. Dibistana pîşeyî ku girêdayî Zanîngeha Dîlokê ye li Cerablûsê vekirin, li Efrînê fakulteya perwerdê, li Babê fakulteya zanistên aborî û îdarî û li Azazê jî fakulteya Zanistên Îslamî vekirin, tê wateya fêrkirina tirkî di beşên wekî mamostetiya tirkî de tenê vê herêmê vediguherîne "musta'mere." Eynî mîna ku fransiyan carekê "li Magreb" kiribûne. Kolonyalîzma li Fas, Cezayîr, Tûnis û Lîbyayê hat jiyîn, niha li Bakurê Sûriyeyê pêk tînin.
 
XIZMETA ‘DENÎZ FENERÎ’
 
Tê zanîn ku weqfên olî yên wekî Weqfa Alîkariya Mirovahî, Weqfa Hayrat û Komeleya Denîz Fenerî "teşerontiya" polîtîkayên perwerdehiya li bakurê Sûriyeyê dikin. Bi taybetî, xebatêm Denîz Fenerî, ku navê wê di destkeftiyên neheq, xapandin û gendeliyê de ye, li Sûriyê nîqaşan pêş dixe. Komele bi alîkariya "xwiş ûbirayên xwe yên sûrî" li xwe mûkir tê. Mînak, li Îdlîbê ji bo “Projeya Mala Prikêt a Denîz Fenerî” banga “bexşînê” tê kirin. Di heman demê de, dema li sîteya înternetê ya komeleyê tê mêze kirin, ji bo “birayên koçber” ên li kampên Sûriyeyê dimînin, alîkariya lezgîn tê hêvîkirin. Lê di rastiyê de tê zanîn ku ev arîkarî û bexşînên awarte berê çawa “hatin şûştin.” Yek ji weqfên olî yên li Sûriyê bi taşerontê tên tawanbarkirin jî Weqfa Hayratê ye. Tê zanîn ku ev weqf jî yek ji wan rêxistinan e ku moralê dide Weqfa Ensar ku bi êrişên zayendî derketiye pêş. Herî dawî gelek caran hatiye nivîsîn ku polîtîkaya perwerdehiyê ya li Tirkiyeyê ji aliyê Wezareta Perwerdeya Neteweyî ve ketiye destê "hembêza dilovanî" ya weqfên bi vî rengî.
 
MA / Îsmet Konak