Waliyên Şirnex û Duhokê di du mehan de 4 civîn li dar xistin: 38 gund hatin valakirin

img
DUHOK - Tirkiye dike û nake nikare encamê ji operasyonê li ser deverên Başûrê Kurdistanê werbigire. Tirkiye bi rêya PDK’ê dixwaze gundan vala bike û zozanan qedexe bike. Waliyê Şirnexê û Waliyê Duhokê di du mehên dawî de çar caran li hev civiyan û biryara valakirina 38 gundan û koçberkirina 300 kesî dan. 
 
Tirkiye ji 23’ê Nîsanê ve li ser deverên Avaşîn, Metîna û Zapê yên bi ser Herêma Kurdistana Federe ve operasyonan li dar dixe. Operasyon û êrişên Tirkiyê du meh li pey xwe hitş. Tirkiye nikare ji bejahiyê ve li pêş bikeve, lê bi teknîka esmanî êrişan dibe ser van deveran. Hêzên Parastina Gel (HPG) jî li dijî leşkerên tirk ên li ser gir û latan hatine bicihkirin çalakiyan li dar dixe. Tirkiye ji piştevaniya hêzên Zerewanî û Gulan ên girêdayî PDK’ê werdigire. Di rojên dawî de şer li qadên Qeşûra û Orê yên bi ser Metînayê ve dijwar bûye. 
 
KONSEPTA ŞER 
 
Îqtidara AKP’ê ku di 24’ê Tîrmeha 2015’an de dawî li pêvajoya çareseriyê anî, piştî vê yekê konsepta şer xist dewrê û ev şer didome. Ji roja ku AKP’ê pêvajo xera kiriye heta îro bi dehan car operasyon li ser axa Başûrê Kurdistanê pêk anî û bi hezaran car jî êrişî qadên cuda kiriye. Tê gotin heta niha Tirkiye 70 baregehên leşkerî ava kiriye û derdora 30 hezar leşker li wan deran bicih kiriye. 
 
TÊ XWESTIN HERÊM LI PKK’Ê WERE TENGKIRIN 
 
Gerîlayên PKK’ê ji sala 1980’î vir ve ji devera Heftanînê bigire heta devera Xakûrkê ku xwedî herêmek gelek mezin e û wek axa Başûrê Kurdistanê tê zanîn dimîne. Heftanîn li rojava û Xakûrkê jî li rojhilatê herêmê ye. Tirkiye hewl dide vê qada berfireh bi hêceta ku gerîlayên PKK’ê lê ne li xelkê herêmê teng bike û wan cihûwarên wan bike. Armanca operasyona Tirkiyê ya niha li ser deverên Avaşîn, Zap û Metîna jî ew e ku li tevahiya herêmê belav bibe. 
 
ARMANC LAWAZKIRINA HERÊMÊ YE 
 
Dema li geşedanên dawî yên li herêmê tê nihêrîn armanca vê operasyonê ew e ku PKK were tasfiyekirin. Ji bo vê yekê jî PDK bi awayek aktîf li qadê ye. Bi taybetî qada Metîna wek qada provokasyonek nû hatiye bijartin. Baregehên leşkerên Tirkiyê li deverên wek Kanî Masî, Bêgovê, Bamernê û Şeladizê hatine bicihkirin. Her wiha Metîna, Amediyê û Zaxo di pozîsyonek girîng a stratejîk de ne. Leşkerên Tirkiyê dixwazin bi temamî li vê herêmê bicih bibin û plana xwe ya dorpêçkirin herêmê da ku bibe serî. Leşkerên Tirk dike û nake nikare li deverên wek Metîna, Zendûra û Kestê li pêş bikeve û demek dirêj e bi piştevaniya PDK’ê amadekariyên bicihkirinek berfire dike û dixwaze vê herêmê bi giştî dorpêç bike û herêma tampon ava bike. 
 
DI NAVBERA ŞIRNEX Û DUHOKÊ DE HEVDÎTİN 
 
Li aliyekî şer didome li aliyekî jî hevdîtinên di navbera PDK’ê û îqtidara AKP’ê de li dar dikevin. Tê xwestin bi destê Tirkiyê demografiya herêmê were guhertin. Ji bo vê yekê jî hêzên paramîlîter û cerdevan jî li herêmê hatine bicihkirin. Li sînorê Derkarê 17 gund, li Batîfa 14 gund û li Kanî Masiyê jî 7 gund hatine valakirin. Qada daristan û eraziyên xelkê herêmê hatiye şewitandin û bi vê yekê re ji 300 însanî bêtir kes ji warên xwe koçber bûne. PDK’ê qedexeya zozanan jî da sepandin. Tê îdiakirin ku armanca Tirkiyê û PDK’ê ew e ku di demek kin de herêmek leşkerî û ji bo demek dirêj jî guhertina demokgrafiyê were kirin. Hat zanîn ku ji bo ev pilana stratejîk pêk were walîtiyên Şirnex û Duhokê di bin navê projeyên hevpar de xebat dane destpêkirin. Hat îdiakirin ku Waliyê Şirnexê Alî Hamza Pehlîvan û Waliyê Duhokê Alî Tatar têkildarî mijarê di nava du mehên dawî de 4 caran civîn li dar xistine û hevdîtin pêk anîne.
 
MA / Erdogan Altan