Peymana Şengalê digihîje Rêya Arêmûşê

img

ŞENGAL – Aliyekî Peyman Şengalê ku di 9’ê cotmeha 2020’an de di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat îmzekirin digihîje Projeya Rêya Armûşê ya Çînê. Amerîka jî ji bo ku proje pêk neyê piştgiriya peymanê dike. 

Peymana Şengalê ku di 9’ê cotmeha 2020’an de di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat îmzekirin, derbarê herêmê de talûkeyên nû bi xwe re anîn. Piştî îmzekirina peymanê Hikûmeta Navendî ya Iraqê ket nav hewldanên dorpêçkirina Şengalê. Gelê êzidî jî li dijî hêzên ku vîna wan tune dihesibînin li ber xwe dide. Piştperdeya peymana ku pêkanîna wê ya li qadê gelek zehmet e mijara nîqaşê ye. Aliyekî peymana ku hem planên hêzen navneteweyî hem jî planên hêzên herêmî li ser hene digihîje Çîne. 
 
ARMANC DESTERKIRINA VÎNA ÊZIDIYAN E
 
Ezîdiyên ku piştî qirkirina DAIŞ’ê ya li hemberî xwe, di bin sîwana Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) de hêzên xwe yên parastina rewa ava kirin, gav bi gav bajarê xwe ji DAIŞ’ê girtin û ji nû ve ava kirin. Êzidiyên ku di qada siyasî, civakî û îdarî de ji nû ve gav davêjin, birînên xwe yên qirkirinê dikewînin. Hewl tê dayîn, bi peymana 9’ê cotmehê, vîna êzidiyên ku bi talûkeyên cuda re rû bi rû ne ji destê wan bê girtin. 
 
ŞERT RÊ NADIN TIRKIYEYÊ
 
Serkêşa welatên ku piştgirî didin, Peymana Şengalê ku di piştperdeya wê de Neteweyên Yekbûyî (NY) û Amerîka hene, Tirkiyeyê heye. Di her firsendê de Tirkiye dixwaze êrişî Şengalê bike, lê ji ber şertên navneteweyî û herêmî bingeha vê êrişê nabîne û di ser peymanê de hesabê mudaxaleya Şengalê dike. Êzidî jî li dijî vê rewşê ketine nêzikbûna ku wê venegerin şertên beriya sala 2014’an.
 
 LI DORA ÇIYAYE ŞENGALÊ LI HEV KOM DIBIN
 
Ji sala 2014’an heta 2021’an li Şengalê guhertinên mezin pêk hatin. Di hêla polîtîk de ku êzidî xwedî vîneke mezin in, ji bo ku bi qirqirineke din re rû bi rû nemînin li ser pareke hevpar li hev dikin. Hêza xwe ya leşkerî xurt kirine û girîngiyeke mezin didin Çiyayê Şengalê. Bi çavê navenda parastinê li Çiyayê Şengalê ku bi qasî 8 kîlometreyan berfireh û bi qasî 85 kîlometreyan dirêj e tê nêrîn. Lewre ji ber baweriya “tenê çiya dikare me biparêze” berovajiyê navenda bajar li aliyê bakur ê çiya mal tên avakirin. 
 
DIXWAZÊN RÊYÊN SADDAM BICERIBÎNIN
 
Êzidî beriya niha jî li çiya û pêşên çiyayan dijiyan, lê Serokê berê yê Iraqê Saddam Huseyîn bi awayekî sistematik wan ji çiyayan qut kir û li deştê bi cih kir. Saddam vê bi armanca belavkirina çanda êzdatiyê di bin navê xizmetê de dikir. Bi taybetî bi rêyên ku li derdora çiya hatin çêkirin daketina êzidiyan a ji çiyayan pêk hat. Hinek ji van reyan hê jî tiştek ji wan nebûye. Van rêyên ku bi armancên leşkerî hatine çêkirin, niha ji aliyê Hikûmeta Navendî ya Iraqê ve tên ceribandin. Saziyên girêdayî Hikûmeta Navendî ya Iraqê di bin navê xizmetê de gelek deverên Şengalê rêyan çêdikin û hewl didin xwe li nav êzidiyan bi cih bikin. 
 
‘QÊRÎNIN’ VEGERA PDK’Ê
 
PDK’a ku dema hatina DAIŞ’ê bi 12 hezar hêza xwe ya leşkerî ji Şengalê reviya û êzidiyan bi qirkirinê re rû bi rû hişt, niha hewl dide bi peymanê dîsa vegere Şengalê. Ji bo ku berteka êzidiyan negire vê li bingeheke navneteweyî dike. PDK hewl dide ku vê plana xwe bi ser Heyder Şeşo ku hêzên wî li Şengalê hene pêk bîne. Lê êzidî naxwazin PDK vegere Şengalê.
 
 PLANÊN PEYMANÊ
 
Êzidî dixwazin ku rêxistina wan a îdarî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê be û ji ewlehiya wan hundirîn Asayîş Êzdîxanê û ji parastina wan jî YBŞ ku bi awayekî fermî girêdayî Artêşa Iraqê ye berpirsyar be. Lê tenê ne planên Tirkiye û PDK’ê planên Amerîka, hêzên Ewropayî, dewletên ereban, Îsraîl û Îranê jî derbarê Şengalê de hene. Her çiqas hin hurgiliyên peymana 9’ê Cotmehê hatibin diyarkirin û hin aliyên wê hatibin aşkerakirin jî tê dîtin ku gelek aliyên planê hene. Bi aliyên leşkerî û siyasî re aliyên bazirganî yên li dijî planên Çînê yên peymanê jî hene. 
 
ALIYÊN BAZIRGANÎ YÊN 9’Ê COTMEHÊ
 
Çîn dixwaze bi bazirganiyê deriyên dinyayê li xwe vebike. Yek ji van deriyan Rêya Armûşê ye. Raboriya vê rêya ku parzemînên Asya û Ewropayê bi hev ve gire dide heta beriya 2 hezar salan diçe. Ji bo mezinkirina para xwe ya di bazara dinyayê de Çînê di sala 2013’an de dest bi zindîkirina Rêya Armûşê kir. Hesabê Çînê ew e ku malên xwe di demeke kurtir de bigihîne cihê wan. Amûrên ku li welat tên hilberandin di 28 rojan de digihîjin Ewropayê. 
 
RÊYA ARMÛŞÊ YA NÛ DI ŞENGALÊ RE DERBAS DIBE
 
Ji bo ku ev rê bê kurtkirin di sala 2013’an de Çîn bi projeya “Nifşek û Rêyek” xebatên zindîkirina Rêya Armûşê da destpêkirin. Çîn plan dike ku vê rêyê di ser Iraq, Îran, Sûriye û Behra Spî de bigihîne Ewropayê. Şengal û Mûsil jî li Iraqê dikevin ber vê rêyê. Vê rêya ku Îran jî piştgiriya wê dike li gorî polîtîkayên Îranê yên Rojhilata Navîn in. Ji ber ku Îran naxwaze Tirkiye bikeve herêmê, di çarçoveya polîtîkaya “hîva şiî” ku li herêmê dişopîne de hewl dide li Şengalê serwer bibe. 
 
NÊZIKBÛNA AMERÎKAYÊ
 
Amerîka, bi armanca ku pêşî li vê plana Çînê bigire piştgirî dide Peymana 9’ê Cotmehê. Amerîka hewl dide bi peymanê pêşî li Çînê bigire ku hê zêdetir li herêmê belav bibe.
 
 HÊZA KU NAYÊ DÎTIN: ÎSRAÎL
 
Hêzeke din ku derbarê Şengalê de polîtîkayên wê hene û pir dernakeve pêş Îsraîl e. Fikara bingehîn a Îsraîlê êrişên moşekî yên Îranê ku di sala 1991’an de dema Şerê Kendavê li hemberî Tel Avîvê pêk anînin. Saddam Huseyîn moşekên Scud ên Rûsyayê ku bi wan li Îsraîlê dabû ji Çiyayê Şengalê avêtibûn Îsraîlê. Piştî 30 salan Îsraîl dîsa heman fikaran dike. Îsraîl di serî de Îran ji bo ku tu hêz li Şengalê serwer nebe û ji bo wê nebe gef di nav hewldanan de ye. Ji ber vê yekê weke hemû geşedanên li Rojhilata Navîn geşedanên li Şengalê jî ji nêz ve dişopîne.
 
MA / Nazim Daştan