Dem û armanca operasyona Metîna, Zap û Avaşînê çi ye?

img

HEWLÊR - Piştî Serokê DYA'yê Jeo Biden û Serokkomarê AKP'î Tayyip Erdogan bi telefonê axivîn, TSK’ê li dijî herêmên Metîna, Avaşîn û Zap dest bi operasyonên hewayî û bejayî kirin. Dema van operasyonan yên piştî telefona di navbera Bîden û Erdogan de pir balbêk e. Piştî vê hevditinê pirsa "Tirkiye bi van operasyonan çi armanc dike?' tîne bîra mirovan. 

Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), piştî telefona di navbera Serokê DYA Jeo Bîden û Serokkomarê AKP'î Tayyip Erdogan de pêk hat, saet di 20.00'ê şeva 23'ê Nîsanê li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê operasyona bejayî û hewayî da destpêkirin. TSK'ê bi balafirên şer li herêma Metîna Zap û Avaşîn bombebaran kir. Piştre jî bi helîkopterên skarskî esker şandin qadê. Bi vê operasyonê dîsa bala her kesî çû ser vê herêmê. Demek dirêj e li vê qadê tevgeka eskerî û siyasî heye. Di vê pêvajoya ku operasyon pêk hat, li aliyekî hêzên girêdayî Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Iraqê dixwazin têkevin Şengalê, li aliyê din rejîma Sûriyeyê dixwazin aloziya li Qamişlo zêde bikin û êrîşî hêzên navxweşî yên Qamişlo dikin. Êrîşên li Qamişlo, Şengal û Metîna yên di nava Sînorê Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê de pêş dikevin pirsên nû tînin aqilan. Ev êrîşên hemwext pêk tên fikara gelo hêzên navdewletî li dijî gelê Kurd bûn yek û hemwext dest bi êrîşan kirin zêde dike. 
 
HEM JI HEWA Û HEM JÎ JI BEJAYÎ VE DEST BI OPERASONÊ KIRIN
 
Li gorî agahiyên ku ji herêma operasyonê hatin girtin, TSK'ê saet di 20.00'ê şeva 23'ê Nîsanê de qadên Stuna, Koordîne û Derarê yên Zendura ku girêdayî Herêma Metîna ne ji hewa de bombe kirine. Piştî balafiran herêm bombe kir, helikopteran esker li herêmê bi cih kirin. Dîsa balafirên Şer ên bê mirov bê navher li herêmê keşifê dikin. Dîsa TSK ji Navçeyên Çelê û Qilebanê, sînorê Herêma Zexo bombebaran dike. Li aliyê din hêzên HPG’ê bersîvê dide êrîşan û şerekî dijwar dest pê kiriye. helikopterên kobra jî herêmê bombe dike. TSK'ê hemwext dîsa li Herêma Mamreşo ya girêdayî Avaşînê û herêma Qela Bedewê, Şehît Munzur, Dola Nêrwe û Kinyaniş ên Zapê kir hedefa xwe û bombe dike. 
 
QADÊN SIVÎL DIKIN HEDEF 
 
Li gorî çavkaniyên herêmê, TSK qadên ku sivîl lê dijîn dikin hedef û bombebaran dike. Dema TSK'ê xwest li qadên Derarê û Stuna yên Metîna û qada Mamreşo ya Avaşînê eskeran bi cih bike HPG'ê bersîv da eskeran û şer derket. Piştî şer derket, çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku di şer de gelek eksek hatin kuştin.  Dîsa eskerên girêdayî TSK'ê ji navçeya Qileban a Şirnexê û navçeya Çelê ya Colemêrgê bi tang, top  û obusan herêma Geliyê, Zaxo, Sîrê (Şirtê), Kupkê, Qimrê û Koxê Spî yên Berwariyê bombe dikin. TSK di bombebaranê de qadên sivîl dikin hedefa xwe. Piştî bombebaranê li qelek qadan agir bi zevî û daristanê ket. 
 
Berê jî Tirkiye û PDK'ê ji bo gundî koç bikin, gundê Brifka Bazif û Tirwaniş-Şimayla yên herêma Metîna kiribûn hedefa xwe. Peşmergeyên Roj li Barageha Beşîka ya Tirkiye û Hêzên Zerewanî yên girêdayî Mesrûr Barzanî, li baragehên TSK'ê têne rawestandin. 
 
Hat zanîn ku armanca operasyona li dijî herêma Zap û Metîna jî piştî ku Serokomar Tayyip Erdogan ji bo operasyona Garê got 'Bi ser neket', ji bo têkiliya di navbera Garê, Metîna û zapê de qut bike, dest pê kiriye. Bi vê yekê dixwaze serweriya eskerî li ser Herêma Federe a Kurdistanê ava bike. TSK'ê ji dîrokê heta niha gelek caran herêma Zap û Metîna kir hedefa xwe û gelek operasyonên eskerî li dar xistin. Lê heta niha ne hêzên dewletê û ne jî hêzên eskerî li wan herêman serwerî bi dest nexistin. Dîsa heta niha TSK'ê li dijî herêmên Xakurkê, Heftanîn, Zagros, Zînê Wertê, Qendîl û Assosê gelek operasyon li dar xistin. Lê heta niha tu encam bi dest nexistin. 
 
PIŞTÎ AXAFTINA TELEFONÊ DEST BI OPERASYONÊ KIRIN
 
TSK'ê dîsa piştî telefona di navbera Serokê DYA'yê Joe Biden û Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan de pêk hat dest operasyonê kirin. Li gorî ideayên di çapemeniyê de hat gotin ku Serokê DYA Jeo Bîden anîye ziman ku dê komkujiya 1915'an a li dijî Ermeniyan nas bike. Li ser vê yekê TSK li 3 herêmên Herêma Federe a Kurdistanê dest bi operasyona eskerî kiriye. Tê gotin ku Biden jî polîtikayên ku tevgera Kurd li herêmê lawaz bike pêş dixe. 
 
Li aliyekî Arteşa Iraqê dixwaze serweriyê li Şengalê bi dest bixe. Li aliyê din Hikumeta Şamê dixwaze li Qamîşlo serweriyê bi dest bixe. Li aliyekî Artêşa Iraqê li Şengalê, li aliyekî Artêşa Sûriye yi Qamîşlo, li aliyê din jî Artêşa Tirkiyeyê li dijî herêma Metîna, Zapê operasyonan pêk tîne. Ev operasyonên hemwext pirsa ku Tirkiye, Sûriye û Iraq dîsa li dijî Kurdan dibin yek di hiş û aqilan de ava dikin." 
 
MA / Erdogan Altan