ENQERE - Daneyên enflasyonê yên meha Cotmehê hatin aşkerakirin. Li gorî TUÎK’ê enflasyona sala ne ji sedî 2.55 û li gorî ENAG’ê jî ya Cotmehê ji sedî 3.74 e.
	Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), daneyên enflasyonê yên meha Cotmehê aşkera kir. Li gorî daneyên TUÎK’ê; enflasyon di meha Cotmehê de li gorî meha bertir ji sedî 28.63 û ji ya sala par jî ji sedî 32.87 zêde bûye. Enflasyona bi giştî weke ji sedî 37.15 aşkera kir. 
	ENAG: ENFLASYONA SALANE JI SEDÎ 60 E
	Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) ku ji lêkolînerên serbixwe pêk tê jî ragihand ku di meha Cotmehê de enflasyon ji sedî 3.74 zêde bûye û enflasyona salane bûye ji sedî 60. 
	Li gorî daneyên ENAG’ê yên meha Îlonê jî enflasyona mehane ji sedî 3.79 zêde bûbû û enflasyona salane ji sedî 63.23 bû.   
