Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê

img
MÊRSÎN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê bernameya xwe ya 1’ê Gulanê aşkere kir û wiha got: “Em ê ji bo xwedî li mafên xwe derkevin û daxwazên xwe biqêrin em ê li qadan bin.”
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Gelan têkildarî 1’ê Gulanê Cejna Kedkaran li Cemîyeta Rojnamevanan civîna çapemeniyê li dar xist. Partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî û rêxistinên pîşeyî tev li civînê bûn. Serokê Şaxa Sendîkaya Yol Îş’ê ya MêrsînÊ Îrfan Gultekîn, diyar kir ku ji bo daxwaza jiyaneke birûmet a mirovan dê di 1’ê Gulanê de bên bahev. 
 
Gultekîn ê bal kişand ser şertên xebatê yên bêewlehî, bêedaletîi bêkarî û xizaniyê bi gotinên “Êdî em bi hev re ji vê yekê re dibêjin ‘Na’ Ji bo ku em heta dawî xwedî li mafên xwe derkevin û daxwazên xwe biqêrin em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin.”
 
BERNAMEYA 1’Ê GULANÊ 
 
Karker û kedkarên li bajêr, di 1’ê Gulanê de dê li ber Stadyûma Tevfîk Sirri Gur a berê bên bahev û saet di 15.00’an de weke kortejan ber bi Qada Komarê ve bimeşin. Piştî meşê dê mitîng were lidarxistin. Hunermend Îlkay Akkaya dê derkeve ser dikê.