Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin

img
AMED - Serokê Baskên Ciwanan ê navçeyê yê AKP’î Ugur Ereklî di Şaredariya Rezanê de 4 karan dikir. Ereklî ji kar hate girtin. 
 
Serokê Şaredariya Rezanê yê AKP’î Huseyîn Beyoglû ji ber bertilên ku stendibû, derbarê wî de doz hatibûn vekirin. Beyoglû bi torpîl Ereklî kir “Midûrê Nîvîsan ê Taybet” û di şaredariyê de peywirên Cîgiriya Şaredariyê, Midûriya Xizmetên Ciwan û Sporê, Midûriyeta Venêrîna Ruxsatê dabûn Ereklî. 
 
Piştî ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Şaredariya Rezanê bi dest xist, hemû peywirên Ereklî dan sekinandin.