Bankaya Navendî bi rêjeyekî mezin zirar kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bankaya Navendî di sala 2023’yan de 818, 2 milyar lîre zirar kir.
 
Bankaya Navendî bîlançoya sala 2023’yan aşkere kir. Li gorî encamê banka di sala 2023’yan de 818,2 milyar lîre zirar kir. Banka diviya bîlançoyê di meha adarê de aşkere bikira lê ji ber hilbijartinan taloqî meha nîsanê kiribû.
 
Li gorî daneyên di Rojnameya Fermî de hatine weşandin Bankaya Navendî di sala 2023’yan de 818,2 milyar lîre zirar kir. 
 
Banka di sala 2022’an de daxuyandibû ku ew 72 milyar lîre kar kirine. Banka ji karê bi dest xistibû, ji bo lêçûnên pêwîst, pere ji xizîneyê re şandibû. 
 
DANEYÊN 10 SALÊN DAWÎ
 
Dayeyên kar û zirarê yên 10 salan a Bankaya Navendî wiha ne:
 
* Sala 2013’yan +5,0 milyar TL
* Sala 2014’an +8,6 milyar TL
* Sala 2015’an +13,8 milyar TL
* Sala 2016’an +9,5 milyar TL
* Sala 2017’an +18,3 milyar TL
* Sala 2018’an  +56,2 milyar TL
* Sala 2019’an  +44,7 milyar TL
* Sala 2020’an  +34,5 milyar TL
* Sala 2021’an  +57,5 milyar TL
* Sala 2022’yan  +72,0 milyar TL
* Sala 2023’yan -818,2 milyar TL