Di salekê de ji sedî 113 zem li benzînê hatekirin

img
ENQERE - Piştî zemên li ser hev, bihayê lîtreya benzînê ku di nîsana 2023’yan de 21,32 bû, di salekê de ji sedî 113 zêde bû û derket 43,56 lîreyan. 
 
Bacên zêde, zêdekirina bihayê sotemeniyê didomîne. Li Tirkiyeyê di salekê de ji benzînê re ji sedî 113 zem hate kirin. Li aliyê din li welatên Yekitiya Ewropayê (YE) jî bihayê 95 oktan benzînê di nava 14 mehan de ji sedî 1,5 zêde bû. Zem û baceyên ku desthilatê piştî hilbijartinên Gulana 2023’yan xistin meriyetê û zêdebûna kûrên dowîzê zêdebûna bihayên di sotemeniyê de bi xwe re anîn. 
 
Piştî ku zemên li ser hev hatin bihayê lîtreya benzînê ku di nîsana 2023’yan de 21,32 bû, di vê mehê de ji sedî 113 zêde bû û derket 43,56 lîreyan. Bihayê lîtreya motorînê ku di nîsana 2023’yan de 20,37 lîre bû jî ji sedî 106 zêde bû derket 42,1 lîreyan. 
 
DOWÎZ DI SALEKÊ DE NÊZÎ JI SEDÎ 60 ZÊDE BÛ
 
Ji bilî vê yekê zêdebûna di kûrên dowîzê de balê dikişîne ser xwe. Dolarê ku di 15’ê nîsana 2023’yan de 19,34 lîre bû, ji sedî 67 zêdebû û derket 32,31 lîrayan. Euroyê ku 21,26 lîre bû jî ji sedî 61,94 lîreyan zêde bû û derket 34,43 lîreyan.