Rêjeya bêkariyê ya TUÎK’ê ya meha sibatê: Ji sedî 8,7

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî TUÎK’ê rêjeya bêkariyê ya di meha sibatê de ji sedî 8,7 e. 
 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên bêkariyê yên meha sibatê parve kirin. Li gorî daneyan; di meha sibatê de rêjeya bêkariyê ya ji bandora demsalê hatiye paqijkirin ji sedî 8,7 e. Li gorî encamên Lêkolîna Hêza Kedê ya Malê; hejmara bêkarên 15 salî û jortir di meha sibatê ya 2024’an de li gorî meha borî 109 hezar kêm bûye û bûye 3 milyon û 78 hezar. Rêjeya bêkariyê jî ji sedî 0,3 pûanan kêm bûye û bûye ji sedî 8,7. 
 
Rêjeya bêkariyê ya ji bo mêran ji sedî 7,3 û ya ji bo jinan jî weke ji sedî 11,3 hate texmînkirin. 
 
LI GORÎ SALA PAR ZÊDE BÛ
 
Hejmara kesên hatin îstihdamkirin di sibata 2024’an de li gorî meha borî 147 hezar kes zêde bû û bû 32 mîlyon û 423 hezar kes, rêjeya kar jî ji sedî 0,2 pûanan zêde bû û derket ji sedî 49,3. Ev rêje ji bo mêran ji sedî 66,5 û ji bo jinan weke ji sedî 32,5 pêk hat.