Platforma 1’ê Gulanê li dijî qetlîamên karkeran banga Taksîmê kir

img

STENBOL - Platforma 1’ê Gulanê têkildarî şewata Beşîktaşê daxuyanî da û di 1’ê Gulanê de ji bo hesabpirsînê hemû karkeran vexwend Taksîmê.

Di 2’yê nîsanê de di kuluba şevê ya bi navê Masqueradeyê ya li navçeya Beşîktaşa Stenbolê de şewat derket û 29 kes jiyana xwe ji dest dan. Platforma 1’ê Gulanê têkildarî şawatê daxuyanî da. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê Çîçek Otlu û gelek kes tev li daxiyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî qetlîamên karkeran di 1’ê Gulanê de ber bi Taksîmê ve” hate vekirin. Di daxuyaniyê de gelek caran diruşmên “Bijî 1 Gulan” û “Em di 1’ê Gulanê de, di Qada 1 Gulanê de ne” hatin berzkirin.

Daxuyaniyê Berdevkê Platformê Okan Karaçam da. Karaçam destnîşan kir ku azweriya kar a sermayedaran rê li ber mirinên karkeran vedike û got: “Tiştên tên jiyîn nîşan didin ku mirin ne qeza ne, cînayetên rêxistinkirî yên bi deste sermayedar, dewlet û saziyên din tên kirin in.

 ‘QETLÎAMEKÎ RÊXISTINKIRÎ’

Karaçam da zanîn ku di kuluba şevê de tu tevdîrên tenduristî û ewlehiyê yên karkeran nehatibûn girtin û wiha got: “Berpirsyar loman li hev û du dikin. Ne Şaredariya Beşîktaşê berpirsiyariyê digire ser xwe, ne jî Wezareta Turîzmê. 8 kesên girtine jî ji bo xapandina çavan e. Tişta hatiye jiyîn ne bûyerek ji rêzê ye qetlîam e û em ê bêdeng nemînin. Faîl sermayedar, dewlet û saziyên din in. Em hemû karkeran di 1’ê Gulanê de ji bo hesabpirsînê vedixwînin Taksîmê.”

DI 1’Ê GULANÊ DE BER BI TAKSÎMÊ VE’

Piştre Parlamentera DEM Partiyî Çîçek Otlû axivî. Otlû destnîşan kir ku ew ê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin û wiha got: “Her ku em hesabê ji vê pergala kar nepirsin, li dijî vê pergalê em serî ranekin, em ê her roj cînayetên kar bibinin û şahiya van bûyeran bikin. Em ê têkoşîna çîna karkerên Tirkiyeyê û têkoşîna azadiyê ya kurd bikin yek û di 1’ê Gulanê de li Taksîmê li dijî polîtîkayên şer bejin na. Bijî 1 Gulan.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşman û lêdana çepikan bi dawî bû.