Ser doza nelirêtiyê ya qeyûm Yaman bi navê 'feraxetê' hat girtin

img
MÊRDÎN - Di dema qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê yê berê Mûstafa Yaman de, di bin navê "Lêçûnên Temsîl û Ezimandinê" de 11 milyon û 481 hezar TL hatibû xerckirin. Der barê vê de doz hatibû vekirin. Doza nelirêtiyê tevî delîlan jî bi biryara "feraxetê" ya qeyûmê nû, hat nixumandin. 
 
Mûstafa Yaman ê ku di navbera salên 2016-2020'an de wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû kirin, di dema qeyûmtiya xwe de di bin navê "Lêçûnên Temsîl û Ezimandinê" de 11 milyon û 481 hezar û 581 TL pere dabû şîrketa bi navê Çagakan Turîzmê. Paşê derketibû holê ku fatûre bi awayekî bêusûl hatine birîn. Piştî hatibû tespîtkirin ku otêla aîdî şîrketa navborî di şevekê de 4 qat zêdeyî kapasîteya xwe kes ezimandine û zêdetirî kapasîteya xwe xwarin daye. Piştî vê lêpirsîn hatibû destpêkirin. Mufetîşan di lêkolîna xwe de diyar kir ku kar û barên li dijî usûl û mewzûatê hatine kirin û zêde pere ji bo şîrketan hatiye dayîn. 
 
Di qeydan de kişf bû ku rêveberiya qeyûm ji bo xwarina nehatiye xwarin fatûre hatine birîn û ji bo ezimandina nehatiye kirin wekî hatibe kirin hatiye nîşandan. 
 
Mifetîşan nivîsek ji Midûriyeta Polîsan a Bajêr re nivîsand ku lêbikolin ka kî hatiye ezimandin. Lê belê di bersivê de hat diyarkirin ku kesên tê gotin li otêlê hatine ezimandin nehatine tespîtkirin. 
 
Piştî raporên mufetîşan, "keça manewî" ya qeyûmê berê Mûstafa Yaman Merve Erciyes Çatal û ji serokên daîreyên di dema qeyûm Yaman de Fusûn Karaboga û şîrketa Çagakan Turîzmê jî di nave de, der barê gelek kesan de li Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê ya Mêrdînê doz hat vekirin. Di dema dozê de parêzerên bersûcan diyar kirin ku Şaredariya Bajarê Mezin û bersûc bi awayekî beramber ji dozê feragat kirine û xwestin doz bên betalkirin. 
 
Hat hînkirin ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, di 14'ê kanûna 2023'yan de li Meclisa Şaredariyê ku ji encûmenên karmend pêk tê, biryara feraxetkirinê girtiye. Di biryarê de hat gotin ku di dozên di navbera Şaredariya Bajarê Mezin û şîrketa Çagakan Turîzmê de, îcrayên hatine destpêkirin û deyn bi awayekî beramberî bi sulhê bên çareserkirin. 
 
MA / Ahmet Kanbal