Karkerên Ozak Tekstîlê: Em bi hev re bin û bi hev re bi ser kevin

img
STENBOL - Karkerên Ozak Tekstîlê ku berxwedana xwe veguhestin pêşiya navenda fîrmayê ya li Stenbolê diyar kirin ku ew bibiryar in ku mafên xwe bi dest bixin û wiha gotin: “Em bi hev re bin û bi hev re bi ser kevin.” 
 
Karkerên Ozak Tekstîlê ya li 1'emîn Herêma Pîşesaziya Organîze (OSB) ya Rihayê ji ber nedayîna tazmînatên kidemê û astengkirina mafên sendîkayî, di 28’ê mijdara 2023’yan de dest bi grevê kirin. Dema li pêşiya febrîqeyê çalakî li dar dixistin gelek caran bi hevkariya polîs û miftîtiyê rastî êrişê hatin. Karkeran di roja 58’an de çalakiya xwe veguhestin pêşiya Ozak Holdînê ya li navçeya Zeytînburnu ya Stenbolê. 
 
Karkerên Ozak Tekstîlê ku bi pêşengtiya Sendîkaya Karkerên Tekstîl Raçandin û Çermê (BÎRTEK-SEN) xwe birêxistin kirin û di roja 68’an a çalakiyê de ji MA’yê re axivîn. 
 
SENDÎKAYÊ NE KARKER LÊ KARSAZ PARAST
 
Ji karkeran Halîl Kara anî ziman ku sendîkaya Oz Îplîk-Îş’ê ku endamên wê bûn li şûna wan, karsaz parastiye. Kara, wiha got: “Karsaz li me ferz dikir ku bibin endamên Oz Îplîk-Îşê lê vê tu mafên me neparast. Ew sendîka alîgirê karsaz e. Lewma me biryar da ku derbasî BÎRTEK-SEN’ê bibin. Piştî em derbas bûn hevalekî me ji kar derxistin. Me jî piştre biryar da ku bi komî dev ji kar berdin. Tu mafên me nas nekir. Sendîkaya li hundir tu mafên me ne di parast û pirsgirêk çareser nedikir. Divê li rex karker û kedkaran cih bigirta lê piştgirî dida patron. Em bibiryar in ku çalakiya xwe bidomînin. Em dixwazin hevalên me yên ji kar hatine avêtin dîsa bigirin kar û karsaz BÎRTEK-SEN’ê nas bike.” 
 
ODEYÊN LÊPIRSÎNÊ HATIN AVAKIRIN
 
Ji karkeran Seher Gulen jî Oz Îplîk-Îşê weke “sendîkaya zer” pênase kir û ev tişt anî ziman: “Rêveberên sendîkayê mîna patronan nêzî me dibûn. Rêveberê Ozak Tekstîlê jî bi çavê dijmin li karkeran dinihêrtin. Em rastî bi hezaran pirsgirêkan hatin. Dema me sendîka guherandî jî rastî zext, mobbîng û heqaretan hatin. Ji ber ku em derbasî BÎRTEK-SEN’ê bûn, odeyên lêpirsînê hatin vekirin. Wan jî dizanî ku em mafdar in lê piştî çalakiyê, li ser patronê Ozak Tekstîlê, polîsan li dijî me mudaxileyên tund kirin. Me dît ku tu walî û şaredar li gel me nînin. Bi kurt û kurmancî li Rihayê çiqas rayedar hebin, tu ferqa wan ji patronên Ozakê nîne. Me bexwedana xwe veguhest vê derê û heta mafên xwe digirin jî dê neçin.” 
 
Gulen, got ku daxwazên wan pir zelal in, banga pişltevaniyê li karker û kedkaran kir û axaftina xwe wiha qedand: “Em bibin yek û bi hev re bi ser kevin.”