Zema ji bo simîdan dê bihata kirin taloqî piştî hilbijartinê kirin

img
ENQERE - Serokê Odeya Simîdfiroşan a Enqereyê Savaş Delîbaş da zanîn ku wezaretê bangî wan kiriye û jê xwestiye ku zema ji bo simîdan taloqî piştî hilbijartinê bikin. 
 
Bi erêkirina walîtiyê re li Enqereyê bihayê simîdan ji 10 lîreyan derket 15 lîreyan. Lê piştre ev biryar hate betalkirin. Serokê Odeya Pîdefiroş û Simîdfiroşan a Enqereyê Savaş Delîbaş têkildarî mijarê ji rojnameya Sozcuyê re axivî û got ku piştî ragihandina zemê Cîgirê Wezîrê Bazirganiyê Mahmût Gurcan bangî wan kiriye. Delîbaş, diyar kir ku Gurcan ji wî xwestiye ku zema ji bo simîdan piştî hilbijartina rêveberiyên herêmî yên 31’ê adarê bikin. Delîbaş got ku dê piştî hilbijartinan zemê bikin.